Di doza Nisêbînê de peyama piştgiriyê ji bo çalakiya Guven hat dayîn

  • rojane
  • 14:20 10 Kanûn 2018
  • |
img
MÊRDÎN - Gardiyenan, dema girtiyên di doza Nisêbînê de dihatin darizandin anîn dadgehê, dest danîn ser parastinên wan ên nivîskî. Girtiyan di parastinên kirin de, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Ocalan şermezar kirin û peyamên piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dan.
 
5’emîn danişîna doza 53 kesên di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de di 26’ê Gulana 2016’an de hatin girtin dest pê kir. Danişîn 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê li salona konferansê ya Midûriyeta SGK’ê hatin dîtin. Ji 53 kesên derbarê wan de cezayê girtîgeha “Muebeta giran” tê xwestin tenê 10 girtî anîn dadgehê. Li derdora salona danişînê ewlekariyek zêde hat girtin. Malbat û parêzerên hin girtiyan beşdarî danişînê bûn. 
 
Piştî danasîna nasnameyê Omer Farûk Engîn ê ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê anîbûn dadgehê, parastin kir. Engîn di parastina bi Kurdî kir de, bal kişand ser pêkanîna tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ez tecrîda li ser Birêz Ocalan lanet û şermezar dikim. Pirsgirêkên di Girîgeha Osmaniyê, ez tim di danişînan de tînim ziman. Hûn naxwazin derbarê pêkanînên girtîgehê de tiştekê bikin. Ji xwe tu hêviyên min jî ji we nîne. Ez hemû sûcdariyan, beyanên şahidên veşartî û yên vekirî red dikim û qebûl nakim.”
 
DÎMENÊN ÎŞKENCEYÊ XWEST 
 
Parêzer Gulbîn Şahîn Daghan jî, ji şandeya dadgehê xwest ku dîmenên îşkenceyê yên dema muwekîlê wê dibin çavan de lê hatin kirin, bînin dadgehê û wiha parastin kir: “Muwekîlê min dibin îşkenceyê de hin îfade dane. Ez dixwazim ev îfade ji dosyeyê bên derxistin. Bi şaşî îdîanameya Sadik Tan ji muwekîlê min re hatiye şandin. Di dema îşkenceyê de bersûc li baxçeyê dibîstanê şilf û tazî dikin û bi vî awayî dibin nexweşxanê. Li nexweşxanê personelek çarçefekê dide wî. Dûre ew çarçef ji wî tê girtin û ji bo lêkolînkirinê dişînin.”
 
Prz. Daghan, dûre xwest muwekîlê wê bi şertê kontrola edlî bê berdan.
 
ÇALAKIYA GUVEN SILAV KIRIN 
 
Îbrahîm Halîl Ildiz jî parastin kir û wiha got: “Ez tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar dikim. Ez çalakiya Guven a li dijî tecrîdê dayî destpê kirin silav dikim. Daxwazên wê daxwazên mene. Ev çalakiya wê xizmeta gelê Kurd dike. Dewlet li dijî daxwazên Guven rolê sê meymûnan dilîze. Ez vê yekê şermezar û lenet dikim. Ji bo piştgirî dayîna çalakiya Guven îro bi sedan mirov di girtîgehan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Bi vê boneyê ez wan jî silav dikim.”
 
Ildiz, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tokatê tê jiyîn û wiha bilêv kir: “Di 14’ê Mijdarê de, ez bi 10 hevalên xwe re rastî êrîşa gardiyenan hatim. Piştî îşkenceya li me hat kirin, bijîşk rapora derb xwarinê neda me. Ji ber vê me giliyê bijîşk kir. Minê îro parastina xwe bikira, lê roja Înê dema hatim girtîgehê, gardiyenan parastina min a nivîskî ji destên min girtin û dest danîn ser. Ji 27 rûpelên parastina min tenê 7 rûpel dan min. Dema parastina min paşve dan min, ezê parastinê bikim. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, êdî naxwazim beşdarî danişînan bibim. Ji xwe hêviyên min ji dadgehê tuneye. Ev dadgehe hatiye îflas kirin. Ji ber ku ezê parastin nekim, pirsên hûn bipirsîn jî ezê bersiva wan nedim.” Ildiz dûre 7 rûpên beşên parastina xwe pêşkêşî dadgehê kir.  
 
Piştî parastina Ildiz, ji bo nîvro navber hat dayîn.