Li Sîlîvrî grev bi koma 2'yemîn didome

  • rojane
  • 13:58 10 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL - Çalakiya girtiyan a li dijî tecrida Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 14'an de berdewam dike. Girtiyên siyasî yên li Girtigeha Tîpa L a Hêjmar 5 a Silivrî çalakî dewrî koma duyemîn kirin. Koma duyemîn bi 20 kesan grev dewir girtin. 
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li dijî tecrîdê di 8'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kir. Çalakiya Guven la li dijî tecrîdê 33 rojin berdewam dike. Li aliyê din Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê, di 27'ê Mijdarê roja salvegera damezrandina PKK'ê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger-kiribûn. Piştî daxuyaniya Denîz Kaya, li gelek girtîgehan koman bi dorveger dest bi çalakiyê kirin. Li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 5 a Sîlîvrî jî grevê bi koma 2'emin berdewam dike.  Koma duyemîn bi 20 girtiyên PKK'î berdewam dike. Girtiyan bi rêya parêzeran agahî da û diyar kirin ku piştî dest bi çalakiyan kirine gardiyan bi ser qawîşen wan de digire û zextên li ser wan zêre kirine. Girtiyan destnîşan kirin ku dixwazin ode bi ode lêgerîn bikin û dema derdikevin hevdîtina vekirî li pêlavên wan jî lêgerîn dikin.