Ocalan: Polîsan bi kîjan heqî bi ser avahiya HDP'ê de girtin

  • rojane
  • 13:25 10 Kanûn 2018
  • |
img
RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê. Ocalan xwest Soylu pirsên wî bi nivîskî bibersivîne.  
 
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bi daxwaza ku wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsên wî bibersivîne pirsname da meclîsê. Omer Ocalan diyar kir ku Polîsan di 6'ê Kanûna 2018'an de bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girtiye û nêzî 40 endam û rêveberên wan binçavkirine. Ocalan da zanîn ku dema polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu xwestine bi zorê ji avahiya HDP'ê derxin û li erdê kaş kirine. 
 
Omer Ocalan ji bo Wezîr Soylu bibersivîne ev pirs pirsîn: 
 
* Çawa pêkan e ku polîs wekîlekî bi erdê re kaş bike û bixwaze derxe dervê avahiyê. Van polîsên ku ev yek pêk anîye kîne? Der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin ya na? 
* Sedema serdegirtina avahiya HDP'ê çiye. Aliyê wê yê zagonî çiye? 
* Sedema lêgerîna avahiya HDP'ê ya Rihayê çiye? 
* Sedema endam, rêveber û welatiyên hatin binçavkirin çiye? 
* Dema li avahiyê lêgerîn kirin xwestin avahiyê vala bikin çima rêveber ji hundir derxistin? 
* Di hefteyek dawî de avahiya HDP'ê ya Rihayê di bin dorpêçê de ye. Sedema vê yekê çiye? 
* Rojek beriya bi ser avahiya HDP'ê de bigirin, welatiyênk hatin avahiyê di kontrola GBT'ê re derbas kirin. Sedema vê yekê çiye? Ev hemû pêkanin çiqas zagonî û hiqûqî ne?