AMED - Ji bo navend û navçeyên Amedê, hişyariya firtûneyê hat kirin.
Hat diyar kirin ku li Amed û bajarên herêmê, dê dem bi dem tavî bibare. Ji ber vê li gorî nirxanên herî dawî yên Midûriyeta Herêma 15’emîn a Meteorolojiyê li herêmê heya roja Pêncşemê, dê tavî bibare û firtûne rabe. Firtûne dê di saetên şevê de destpê bike heya şava Sişemê berdewam bike.
WELATÎ HATIN HIŞYAR KIRIN
Ji ber firtûneye rabe welatî di warê zehrîbûna sobe û gaza xwezayî de hatin hişyar kirin.