Dadgehê ceza li wekilên HDP’ê yên berê Baydemir û Bîrlîk birîn

  • rojane
  • 11:12 10 Kanûn 2018
  • |
img
ENQERE - Dadgeha Asliye Ceza ya Şirnexê, li parlamenterên HDP'ê yê berê Osman Baydemir û Leyla Birlik bi îdîaya  “muxalefet ji zagona civîn û meşan re kirine" ji bo her kesekê-î 1 sal û 6 meh ceza birî. 
 
Heyeta dadgehê biryara ceza ya der barê Parlamenterên HDP'ê yên berê Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk de birîbû erê kir. Der barê Baydemîr û Bîrlîk de bi îdîaya li dijî qedexeyên Navçeyên Sûrê ya Amedê, Kerboran a Mêrdînê û navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê di sala 2015'an de li Şirnexê tev li meşê bûne û li dijî zagona "Meş û xwepêşandanan" tev geriya ne. Dadgeha Asliye Ceza ya Şirnexê bi sedema ku di çalakiya meşê ya 2015'an de Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu,  Ayşe Acar Başaran, Osman Baydemîr û Leyla Birlîk li dijî zagonan tev geriya ne ceza birîbû. Di danişina 9’emîn de heyeta dadgehê li Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemir û Leyla Birlik ji bo her kesekê-î 1 sal û 6 meh ceza birî. Dadger dosyayên wekîlan Onlu û Başaran jî tefrîk kir.