Der barê Rojnameger Kirkaya de biryara binçavkirinê dan

  • rojane
  • 10:35 10 Kanûn 2018
  • |
img
 
ENQERE – Polîsan li Enqereyê bi ser mala  rojnameger Kenan Kirkkaya û gelek kesên din de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de li mala Rojnameger Kirkkaya lêgerîn kir. Dozger, Kirkaya jî di navde der barê 12 kesan de biryara binçavkirinê da. 
 
Polîsan li Enqereyê bi ser mala Rojnameger Kenan Kirkaya û gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de li mala Kenan Kirkaya û 12 kesên din de lêgerîn kirin. Dozgerê komarê der barê Rojnameger Kenan Kirkaya  ji di navde 12 kesan de biryara binçavkirinê da. Hat diyar kirin ku 2 operasyonên ji hev cuda ne. Di operasyonekê de kesên bi KHK'ê hatine îxrackirin der barê wan de biryara binçavkirinê heye. Di operasyona din de jî endam û rêveberên HDP'ê yê Enqere  Abuzer Kisa û Rojnameger Kenan Kirkaya biryara binçavkirinê hat dayîn. 
 
Kesên der bar3e wan de biryara binçavkirinê heye wiha ne: Rojnameger Kenan Kirkaya, Rêveberê HDP'ê yê Enqereyê Abuzer Kisa, Denîz Aydin, Murat Çeşme, Gulnaz Bozkurt, Sîmge Aksan, Mahmut Konuk, Ozge Çirpan, Burak Aydemir, Selvî Polat, Mehmet Dersulu û Îlker Işik.
 
 
Hat diyar kirin ku li mala Rojnameger kirkaya lêgerin didome.