‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'

  • rojane
  • 09:33 10 Kanûn 2018
  • |
img

MUGLA - Welatiyên Muglayê piştgirî dan çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku daxwaza Leyla Gunen daxwaza wan e. Welatiyan xwest bi lez tecrîd bi dawî bibe. 

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrida Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 33 rojin çalakiya xwe li Girtîgeha tîpa E ya Amedê berdewam dike. Piştgiriya ji bo çalakiya Guven her ku diçe belav dibe. Li Girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 27'ê mijdarê de bi armanca tecrîd bi dawî bibe dest bi çalakiya bêdawî û dorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan bi koma duyemîn berdewam dike. Welatiyên Muglayê piştgirî dan çalakiyê. Welatiya Muglayê Safiye Basur, diyar kir ku çalakiya Leyla Guven û hemû girtiyên dest bi çalakiya grevê kirine mafdar e û wiha got: "Divê tecrîd bi dawî bibe. Ger ku tecrîd bi dawî bibe dê şer jî bi dawî bibe û aştiyê pêş bikeve. Daxwazên Guven daxwazên me ne. Hikûmeta AKP'ê der barê daxwazên Guven de çav û guhê xwe girtiye. Tenê li Tirkiye wekîl tên cezakirin. Ev ji bo welat tiştek pir xerab e. AKP'ê çav û guhên xwe ji daxwazên gelê kurd re girtiye. Tecrîd li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin ev tecrîd bi dawî bibe." 
 
Welatiya Muglayê Nurgul Turhal jî xwest tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Ji ber mirov fikrên xwe tînin ziman tên girtin. Ji ber vê yekê cih li girtîgehan nemaye. Gelek xizmên min jî girtî ne. Em dizanin şertên girtîgehê û tcrîd çawa ye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Bu tu awayenî nikare diyalogê bi derve re dîne. Hevditin û ragihandin mafê wî yê herî xwezayî ye. Niha Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan ketiye greve. Em piştgiriyê didin çalakiya wê." 
 
VÎNA 10 MILYON MIROV IN
 
Welatî Necla Koç jî anî ziman ku girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şerma Tirkiye ye û wiha got: "Li Tirkiye hiqûq xelas bûye. Bi vê hiqûqê ne aştî û ne jî aramî tê Tirkiyeyê. Roj roja yekîtiyê ye. Divê em bi hevre dengê Leyla û daxwazên wê bilind bikin. Li Îmraliyê vîna gel di nava 4 dîwaran de hatiye asêkirin. Vîna 10 milyon mirov agahî jê nayê girtin. Ev şerma Tirkiye ye. Ger ku gav neyên avêtin emê têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
Welatî Adil Çavaş jî anî ziman ku ger li dijî tecridê bêdengî hebe, dê tecrîd bidome û xwest her kes bêtir dengê xwe bilind bikin û wiha got: "Divê her kes bêtir dengê xwe bilind bikin. Ger ku deng zêde bilind bibe dewlet dê gavan paşve bavêje. Rayedarên dewletê çiqas dengê me nebihîze jî emê çalakiyên xwe berdewam bikin. 
 
DIVÊ EM BIBIN DENGE OCALAN Û GUVEN
 
Welati Mehmet Polat jî anî ziman ku dema bi nûnerê Aştiyê Ocalan re hevditin tê kirin aştî pêş dikeve û wiha axivî: "Li vî welatî dema bi Ocalan re hevdîtin hatiye kirin aştî û demokrasî pêş ketiye. Dema hevdîtin hatiye qutkirin şer pêş ketiye. Ji ber vê yekê divê bi lez  daxwaza Leyla Guven pêk bînin û tecrîdê bi dawî bikin. Divê her kes dengê Leyla Guven û Ocalan bilind bikin û bibin dengê wan."