Meclîsa Ciwanan a HDP: Tenê rojeva me şikandina tecrîdê ye

  • rojane
  • 09:05 10 Kanûn 2018
  • |
img
AMED - Endama MYK'ê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Sevîm Akdag, diyar kir ku tenê rojeva meclîsa ciwanan şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ji niha û şûnte xeta têkoşîna me dê li ser şikandina tecridê pêş bikeve. Tecrîd li ser me ciwanan pêk tê em vê tecrîdê qebûl nakin." 
 
2'yemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şiyara "Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike" di 25'ê Mijdarê de li Amedê pêk hat. Tevî binçavkirin û zextên li ser ciwanan, dîsa bi tevlêbûna deh hezaran ciwanên ji çar aliyên bajarên Tirkiye û herêmê hatin di kongreyê de amade bûn pêk hat. Endama Lijneya Rêveber a Meclisa Ciwanên HDP'ê Sevîm Akdag, têkildarî xebatên xwe û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Akdag, diyar kir ku kongre di bin zextên binçavkirin, girtin, sîxûrî û gelek astengiyên din de pêk anî û wiha got: "Li gel hemû zextan dîsa bi hêzek pir xurt kongre pêk hat. Ev zextên ku li ciwanan tê kirin ne nû ne. Ne jî dawî ne. Têkoşîna ciwanan yekem car rastî zextên bi vî rengî nayên. Tevî hemû xebatên me zagonî û rewa ne jî disa em rastî astengiyan tên. Dixwazin be perçe bikin bê rêxistin bihêlin û bihilînin. Hevalên me yên hatin binçavkirin, piştî hatin berdan ewil hatin avahiya partiyê. Ev jî nîşan dide ku bi binçavkirin û girtinê nikarin me bitirsînin. Zext bêtir me bêtir bi têkoşînê ve girê dide." Akdag, da zanîn ku di kongreyê de mijarek din derket pêş tekoşîna li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû û wiha got: “Di kongreyê de biryar û helwesta ji bo parastina Yekîtiya Neteweya Kurd û têkoşîna li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan derket pêş." 
 
'CIWANAN JI ÇANDÊ DÛR DIXIN'
 
Akdag, destnîşan kir ku beriya kongreyê li 7 herêman konferans pêk anîn û wiha axivî: "Di kongreyê de biryarên şênber ên têkoşînê hatin girtin. “Bi taybetî ciwan ji çandê tên dûrxistin û bê nasname tên hiştin. Li dijî vê yekê têkoşîna me dê xurt bibe. Ciwan dê li dijî bişaftina çandê têbikoşin. Dîsa di milê ziman de ciwan rastî bişaftinê tên. Ciwan tê ji bo parastin û pêşxistina ziman têbikoşin. Ciwan dê meclîsê xwe ava bikin. Em dê li her derê pêşengiyê ji civakê re bikin. Ciwan dê xwe bi rêxistin bikin û dê li dijî tecrîdê têbikoşin. Ciwan dê xwe perwerde bikin û xwe li gorî pêvajoya nû bi rêxistin bikin. Em dê bibin pêşengê civakê." 
 
ROEVA ME ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE
 
Akdag, anî ziman ku rojeva wan a sereke şikandina tecrîdkirina Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Tecrid di nava xwe de gelek mijaran vedihewîne. Komkujiya çandî, perçekirina civakê, tunekirina sinc, di nava tecridê de veşarî ye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û Rojhilata navîn teminata aştiyê ye. Ciwan dê bi vê perspektifê têbikoşin. Azadiya fikrên Birêz Abdullah Ocalan  dê hemû pirsgirêkan çareser bike. Ji ber vê yekê rojeva me şikandina tecridê ye. Bi tecrîda Birêz Ocalan tecrîd li ser ciwanan tê meşandin. Ciwan dê tecrîdê bişkînin." 
 
Ozgur Paksoy / Mehmet Şah Oruç - MA