Rojeva HDP'ê Tecrît e

  • rojane
  • 09:04 10 Kanûn 2018
  • |
img

ENQERE  - Pêşniyara Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2019'an, dê li Lijneya Giştî bê niqaşkirin. Hevserokên Giştî yen HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê di rojeva Lijneya Giştî de çalakiya grevabirçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Ocalan û tecrîdkirina gran a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikin rojeva xwe. 

Pêşniyara Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2019'an, dê li Lijneya Giştî bê niqaşkirin. Lijneya Giştî ya Meclîsê îro dest bi hevdîtinên Pêşnûmeya Hesabêteqez a Rêveberiya Navendîya Sala 2017'an dikin. Hevdîtinên li ser butçeyê yên Lijneya Giştî dê rojên şemî û yekşemê jî bê navber berdewam bikin. Niqaş dê 12 rojan bê navber berdewam bike û di 21'ê Kanûnê de bi dawî bibe. Partiyên siyasî dê di vê hefteyê de civîna xwe ya hefteyî pêk nînin. 
Di Lijneya Giştî de ji bo butçeyê ji her partiyek sisayî wekîlek dê li ser navê partiyê tenê karibe 5 deqîqeyan axaftinê bike. Hemû parlamenterên HDP'ê dê di niqaşan de amade bibin.  Hevserokên Giştî yen HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê her yek 30 deqîqeyî bi axivin. Buldan û Temelî di rojeva Lijneya Giştî de tecrîdkirina gran a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikin rojeva xwe.  Buldan û Temellî dê bêtir li ser tecrîd, Biryara DMME'ê ya der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş,  parlamenterên girtî, rewşa operasyona Efrînê, rewşa demokrasî û binpêkirina mafan a li Tirkiye niqaş bikin. Dîsa di rojeva HDP'ê de çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 33 rojin daye destpêkirin hiqaşan bimeşîne. 
 
CHP: EM DÊ MUXALEFETA ÇALAK PÊK BÎNIN
 
CHP'ê diyar kir ku ew dê di niqaşên Lijneya Giştî ya Butçeyê de muxalefetek çapak pêk bînin. Hevserokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglu ji bo fikrên partiya xwe bîne ziman dê niqaşekê bike. Di tûra yekemîn de di hevdîtinên butçeyê ya Serokomariyê de Bulent Tezcan, der barê butçeya Lijneya Venêrtina cemaweriyê û Butçeya Meclîsê de jî Mahmut Tanal dê axaftin bike. Ji bo Qanûna Bingehîn jî dê Îbrahim Kaboglu axaftinê bike.