13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin

  • rojane
  • 15:40 18 Cotmeh 2018
  • |
img
ÎZMÎR - Li Îzmîrê, di serdegirtinên malan ên serê sibê de, 13 kes hatin biçavkirin. 
 
Polîsên hêzên taybet, li Îzmîr û navçeyê wê, di saetên serê sibê de, bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de, namzetê parlamenterê HDP’ê Orhan Ayhan jî di  navde 13 kes hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtinê de dest danîn ser gelek pirtûk, bîlgiseyar û telefonan.
 
Hinceta binçav kirinan Konferansa Ciwanê HDP’ê ya di 7’ê Cotmehê de li Îzmîrê hatibû lidarxistin, hat nîşandan.
 
Navê hin kesên birin Şaxa TEM’ê ya Bajêr wihane: “Hazal Karabey, Orhan Ayhan, Alev Ozkîraz, Aydin Yetîm, Farûk Ozer, Resûl Sayan û Goksal Ozen.”