‘Edalet birehetî nayê qezenc kirin’

  • rojane
  • 13:55 18 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOL - Parêzer Ozlem Gumuştaş û Sezîn Uçar ên di hefteya derbas bûyînê hatin berdan, beşdarî Nobeta Edaletê bûn. Parêzeran, balkişandin ser têkoşîna yekgirtî û gotin: “Têkoşîna edaletê wian bi rehetî nayê qezenc kirin.”
 
Parêzer, bi armanca serbestberdana hevalên xwe yên girtî li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê di hefteya 75’emîn de Nobeta Edaletê li dar xistin. Piştî ku parêzeran nobet girt daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de pankarta “Edalet ji bo hemû kesan” hat vekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu piştgirî dan parêzeran. 
 
Parlamenterê CHP’ê yê berê Suleyman Çelebî di çalakiyê de dest pêkê axivî û got: “Gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê hene. Bêhiqûqî û bêedaletî pirsgirêkên yekemînin. Pergalekek hiqûqî ya du alî heye. Li vî welatî kesekê ku dengê xwe derxe rastî gefan tê. Em niha di pêvajoyek wiha de dijî.”
 
'PARÊZER XWE AMADE DIKIN KU TÊKOŞÎNA XWE PÊŞDETIR BIBIN’
 
Parêzer Ozlem Gumuştaş a salek girtî ma û şûnde, di hefteya derbasbûyî de hat berdan jî, diyar kir ku 12 salin parêzertiyê dike û wiha bilêv kir: “A rastîn parêzarên di salonên dadgehan de, li gorî parastinên kirin, têkoşîna xwe jî pêşdetir birin. Girtina min a salekê, cesareta gihandina edaletê bû. Pêdiviya vî welatî bi vê cesaretê heye. Li cihê ku her der hatî dagirkirin, gotina xwe gotin pir girînge.”
 
‘EDALET BI REHETÎ NAYÊ QEZENC KIRIN’
 
Parêzer Sezîn Uçar a bi Gumuştaş re hat berdan jî, spasî ji bo hempişeyên xwe yên piştgiriya wan kirin, kir û got: “Berî hefteya 75’emîn, dema me li vê derê dest bi nobeta edaletê kir, em derp kirin. Dûre em girtin. Lê êdî emê bi hevre têkoşîna xwe bidomîn in.”