Xizmên windayan: Qedexe nikarin me ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin

  • rojane
  • 14:40 22 Îlon 2018
  • |
img
AMED/ÊLIH - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ku derve li çalakiya wan a "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" hat qedexekirin, li avahiyên Komeleya Mafên Mirovan a Amed û Êlihê çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan ên çalakiyên xwe li hundird berdwam kirin, diyar kirin ku dibe çalakiyên wan qedexe bikin, lê nikarin wan ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin." 
 
Xizmên winayan û parazvanên mafên mirovan ên Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe yên lêgerina edaletê berdewam kirin. Xizmên windayan ji ber ku derve li çalakiyên wan hatine qedexekirin, çalakiyên xwe li avahiyên Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê berdewam kirin. 
 
Li Amedê Xizmên Windayan di hefteya 502’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan li salona Vedat Aydin a ÎHD'ê dîsa pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan hilgirtin. Dayikan û xizmên windayan qurnefil danîn ser wêneyan û aqûbeta windayan pirsîn. Dîsa wêneyên kesên di qedexeya Sûrê de jiyana xwe ji dest dan û wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê li Sûrê hat kuştin jî rakirin. 
 
Di çalikyê de Endama Meclisa Jinan a KESK'ê, Nûnerên SES'ê, Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek keên din amade bûn. Xizmên windayan vê hefteyê çîroka Îbrahîm Gundem ê di 25'ê Îlona 1991'an de li gundê Sarierik a Navçeya Hazrdoya ya Amedê eskeran ew binçav kirin û windakirin pirsîn. 
 
BI DARAZÊ LI HEQ NAYÊ GERÎN
 
Sekretera Şaxa ÎHD'ê Yusel Aslan Acer, diyar kir ku qedexeya li pêş Dayikên Şemiyê bi temamî keyfî ye û li dijî heq û hiqûqê ye. Acer, anî ziman ku ev qedexeyên lipêş wan nikarin wan ji lêgerîna heqîqetê dûr bixin. Acer, anî ziman ku kesên bi awayekî bê daraz hatin windakirin divê bên dîtin û xwest kujer jî bên darizandin. Acer, da zanin ku heta bigêjin mafê xwe dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
Acer, bal kişand ser encama doza 11 kesên hatin binçavkirin û kuştin jî wiha got: "Biryara Doza Pasûre nîşan da ku cînayetên bi destê dewletê tên parastin. Kujer tên parastin û nayên cezakirin. 
 
Acer, piştre çîroka Gundem parve kir û wiha got: "19 sal berê di 25'ê Îlonê de eskerên di bin Fermandariya Tegmen ê Qereqola Hazro Kemal Şahin de bi ser mala Gundem de girtin. Gundem binçav kirin û birin. Pişre di bin çavan de hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin. Di heman rojê de Dayik Meryem û bav Ahmet Gundem çûn Fermandariya Qereqolê û Fermandar Kemal Şahin li çavê dayik û bav nerîye û gotiye 'Min ew nebirie' û derew li wan kiriye. Malbata Gundem 19 salin li krê xwe digerin, lê heta niha tu encam nestendine. Acer, anî ziman ku berpirsiyar Fermandarê Qereqola Hazro Kemal Şahin, Waliyê OHAL'ê Necati Çetinkaya, Serdozgerê Komarê yê Hazro, Serfermandarê Artêşê Doğan Güreş, Serokwezîr Mesut Yılmaz, Serokê Komîsyona Mafê Mirovan Mehmet Kahraman, Wezîrê karên Hundir Mehmet Kalandi nin. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan xwestin li derve çalakiyê pêk bînin, lê destûr nedan. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 404’an de li ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan di hefteya 408'an de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Rêveberên ÎHD, HDP û nûnerên rêxistinî jî piştgirî dan. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê Devran Yildiz diyar kir ku ew dê heta dawî tekoşîna xwe berdewam bikin. Rêveberê Komeleyê Zeki Tanguner jî bal kişand ser doza 11 kesên li Pasûrê hatin binçavkirin û windakirin û wiha got: "Lêpirsîna doza Komkujiyê di 19'ê îlonê de betal bû. Tanguler, diyar kir ku weki xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan dê heta dawî legerina edalet û mafên mirovan berdewam bikin.