Li Cizîrê polîsê gule bera hewa da xwe birîndar kir

  • rojane
  • 13:22 22 Îlon 2018
  • |
img
ŞIRNEX - Li Cizîrê, polîsan ciwanê binavê Kamil Balik derp kirin û xwestin binçav bikin, lê welatiyên derdorê bertek nîşan dan. Di gengeşiya derket de polîsê gule bera hewa da, xwe birîndar kir.
 
Polîsan duh di saetên şevê de li Taxa Konak a navçeya Cizîra Şirnexê, bi hinceta cezayê wî hatiye erêkirin ciwanê binavê Kamîl Balik binçav kirin. Li gorî agahiyan, polîsan dema ciwan xistin maşîneya zirxî derp kirin. Li ser vê yekê welatiyên derdorê bertek nîşanî polîsan dan û piştî demekê qelebalix zêde bû.  Ji bo belavkirina welatiyan gelek polîsên sewqê cihê bûyerê hatin kirin gule bera hewayê dan. 
 
Di gengeşiya derket de, polîsekê ku gule bera hewayê da ji linge xwe birîndar bû.  Polîsê birîndar ê navê wî nehat zanîn rakirişn Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Piştî gengeşiya demek dirêj polîsên Kamîl Balik binçav kirin ji taxê veqetiyan.