Polîsan mûdaxileyê Dayikên Şemiyê kirin

  • rojane
  • 12:15 22 Îlon 2018
  • |
img

STENBOL - Li Qada Galatasarayê, polîsan mûdaxileyê Dayikên Şemiyê yên xwestin aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin, kirin. 

 
Dayikên Şemiyê û xizmên windakiriyan ji bo aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin, cara 704’emîn xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin.  Dayikên Şemiyê yên li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn, wêneyên windakiriyên xwe kirin destên xwe û xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Buldan jî beşdarî çalakiya dayikan bû. Polîsan bi mertalên xwe mûdaxileyê komê kir û hewlan her kesê bixin avahiya ÎHD’ê.  
 
Girseyê li dijî êrîşa polîsan dirûşme berz kirin û bertek nîşanî polîsan dan. Mûdaxileya polîsan berdewam dike. 
 
Polîsan endamên çapemeniyê yên mûdaxile kişandin ji qadê dûr kirin. 
 
MÛDAXILEY DUYEMÎN 
 
Di dinava mertalên polîsam de, xizma windakiriyan Îkbal Eren, metna daxuyaniya çapemeniyê bi dengek bilind xwend. Eren dema metna daxuyaniyê dixwend polîsan kolan kirin ablukeyê. Polîsên piştî demekê ji ber avahiya ÎHD’ê veqetiyan, carek din hemû kolên diçûn ÎHD’ê girtin. Polîsên destûr nedan girse li ber ÎHD’ê rawestin, carek din hatin ber ÎHD’ê û xwestin hemû kes bikevin hûndirê ÎHD’ê. Welatiyan, bertek nîşanî vê yekê dan. Polîsan li ser vê yekê carek din mûdaxileyî girseyê kir û hewlda girseyê bixe hûndir. Ligel êrîşa polîsan jî welatî neketin hûndir ê avahiya ÎHD’ê. 
 
LI QADÊ QÛRNEFÎL DANÎN 
 
Li ber ÎHD’ê di dema êrîşa polîsan berdewam dikir de, Parlamenterê HDP’ê Serpîl Kemalbay, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Hanim Tosun û Hanîfe Yildiz çûn Qada Galatasariyê. Parlamenter û Dayikên Şemiyê qûrnefîlên di destên xwe de danîn qadê. Polîsên qûrnefîl ji qadê kom kirin balkêş bû ku got “Van bavêjin zibalê.” 
 
‘MAFÊ ME HEYE EM ZANIBI’
 
Xizma windakiriyan Îkbal Eren a daxuyaniya hefteyê xwend, ji bo Huseyîn Morsumbul ê di 18’ê Îlona 1980’iyan de, dibin çavan de hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, daxwaza edalatê kir. Eren, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ew mafê me heye ku em aqûbeta zarokên xwe yên dibin çavan de hatin windakirin bizanibin. Em windakiriyên xwe dixwazin û ji bo wan daxwaza edaletê dikin. Galatasaray cih û warê me ye. Em nikarin dest ji Galatasarayê berdin! Vê heftê me xwest em li Galatasarayê bang li raya giştî bikin, lê em rastî astengiyên tundiyên polîsan hatin. Ji bo ku em mafê xwe yê qanûna bingehîn bi kar neyînin, polîsan Beyoglu kirin ablukê. Polîsan li dijî daxwazên me yên edaletê çekên giran bi kar anîn.”
 
‘JI BO KU BIGIHIM KURÊ XWE HATIM GALATASARAYÊ’
 
Eren, anî ziman ku ew ji bo dayika Huseyîn Morsumbul Fatma Morsumbul a nivîsandibû ‘Bi xeyala kurê xwe bibînin bi salan hatim Galatasarayê. Lê xwestin me ji vir bigirin û avêjin. Bi copan li me xistin, em erdê re kaş kirin û binçavkirin. Lê me dîsan jî dest jê bernedan’ ew li virin. Eren, da zanîn ku  ew ji bo kurê Fatma Huseyên Morsumbul li virin û wiha bilêv kir: “ Polîs û leşkeran di darbeya 12’ê Îlonê, roja 18’ê Îlona 1980’iyan de bi ser mala Morsûmbul a li Çewligê de girtin. Kurê wan Huseyên ê xwendekarê Lîseya Çewlîkê bû binçavkirn û birin Fermandariya Tugaya Leşkerî ya Çewlîkê. Ji wê rojê û şûn de bi tu awayî agahî ji Huseyên nehat girtin.”  
 
Eren dest nîşan kir ku parêzerên ÎHD’ê di sala 2011’an de serlêdana sûc ji bo Serdozgeriya Komarê ya Çewlîkê kirin û wiha pê de çû: “Lê Serdozgeriya Komarê ya Çewlîkê, bêyî ku lêpirsînê kûrtir bike, bi hinceta ‘hewce bi lêpirsînek din tuneye” biryar da. Ji bo îtîraza vê biryarê me serî li Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Çewlîkê da, lê hîna jî  bi encam nebûye.” 
 
‘HUSEYIN MORSUMBUL LI KU YE?’
 
Eren di dawiya daxwuyaniya xwe de wiha got: “Berpirsên sereke yên windakirina Huseyîn Morsumbul, Fermandarê Alaya Çewlîkê Beşîr Akin û Fermandarê Beşa Cendirmayan a Navenda Bajêr a Çewlikê Durmuş Kivrakin e. Em dixwazin aqûbeta Huseyîn bê eşkerekirin. Huseyîn li ku derê yê? Em ji bo wî edaletê dixwazin.”