Bav ji ber krîza aborî întihar kir

  • rojane
  • 12:00 22 Îlon 2018
  • |
img
 
KOCAELÎ - Li Kocaelî bavê 45  sali Îsmaîl Devrîm ku ji ber krîza aborî nekarîbû şal ji kurê xwe re bistîne întîhar kir. 
 
Li taxa Hereke ya Jorîn a Navçeya Korfezê ya Kocaeliyê bavê 45 salî Îsmail Devrîm, ji ber krîza aborî nekarîbû ji kurê xwe yê Lîceya Pîşeyî ya Hereke Nuh Çimento re şal bistîne. Ji ber ku bav ji kurê xwe yê 14 salî M.D. re şal nekirî, rayedarê dibistanê ew nexist polê û dîsa şûnde şand malê. Piştî kur rewş ji dayik û bavê xwe re got, bav Îsmail Devrim piştî bûyerê li malê xwe darve kir. Hevjîna Îsmaîl Devrîm Hafize Devrim, piştî bûyerê agahî da yekîneyên tenduristiyê û rakirin nexweşxaneyê. Piştî esker hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin ditin ku ji beriya Bav Îsmaîl tenê 20 TL pere heye.