Doz li kesên xizmetên tenduristiyê birin Cizîrê hat vekirin: Em li pişt kirînên xwe ne

  • rojane
  • 11:03 22 Îlon 2018
  • |
img
ENQERE - Doz derbarê kedkarên tenduristiyê yên di dema qedexeyên derketina derve de alîkariya tenduristiyê birîn Cirîzê, hat vekirin. Sekretera Giştî ya Jinan a SES’ê Selma Atabey a doz li wê jî hat vekirin, diyar kir ku ew li pişt kirîn û gotinên xwene. 
 
Doz derbarê kedkarên tenduristiyê yên di dema qedexeyên derketina derve de alîkariya tenduristiyê birin ji sivîlên di jêrzemînêm navçeya Cizirê ya Şirnexê de mehsûr man re birîn de hat vekirin. Îdîanameya Dozgeriya Amedê amade kir, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a MêrdînÊ ve hat qebûlkirin.  
 
Yekemîn danişîna darizandina 14 rêveber û endamên Sendîkeya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) dê di 28’ê Îlona 2018’an de li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Mêrdînê bê dîtin. Sekretera Giştî ya Jinan a SES’ê Selma Atabey a derbarê wan de doz hat vekirin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
DOZ DU SAL ŞÛN DE VEKIRIN
 
Atabey, diyar kir ku du sal şûn de doz derbarê wan de vekirin û wiha got: “Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li ser hin îdîayan, îdîanme derbarê me de amade kiriye. Îdîanemeyê dişîne Şirnexê û dadgeha li wê derê jî, bi hinceta bûyer li Mîdyatê pêk hatiye, ji ber vê ne di çarçoveya peywir û erka wan deneye dosyeyê dişîne Mêrdînê. Piştî sal û nivekê îdîaname tê qebûlkirin. Ji ber ku tu delîlên sûcan tê de nîne. Li ber fermanê pergalekê hiqûqî heye. Em jî rastî vê yekê tên.”
 
BANG LI WEZARETA TENDURISTIYÊ KIRIN 
 
Atabey, da zanîn ku di dema qedexeyên derketina derve yên li bajarên Kurdan, hemû mafên jiyan û tenduristiyê hatin îhlal kirin û derbarê vê yekê de nûçe di çapemeniyê de dihat servîs kirin û ji bo vê bang li raya giştî dihat kirin. Atabey, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Me jî weke SES û TTB’ê berpirsiyartiya xwe anî cih û ji bo çareseriya pirsgirêkê nîqaşên me çêbûn. Destpêkê me bang li Wezareta Tenduristiyê kir. Me xwest mirovên sîvîl bên parastin û xizmeta tenduristiyê ji bo herêmên qedexe bên rêkirin. Tirkiyeyê gelek hevpeyman û danezanên navneteweyî îmze kirine. Bi awayekê mirovî, wijdanê û etil me pêdivî dît ku em li Cizîrê bin. Me bi awaykê fermî bambulansek tije tesisat ji Şaredariya Êlihê daxwaz kir û em çûn Cizîrê. Bi armanca em mirovên di bodroman de mahsûr mayîn xelas bikin û wan bidin nexweşxanê çûn Cizîrê. Me li parlamenterên HDP û CHP’ê geriyan. Me bi navbeynkariya wan ev rewşa xwe ji Wezareta Tenduristî û Karkeran ragihand. Navçeyek hebû û xizmeta tenduristiyê ji bo mirovên wê navçeyê ne diçû.  Pirsgirêka xwarinê dihat jiyîn. Ji bo me ne wijdanî û etîk bû ku em rûnin û li van pirsgirêkan temaşe bikin.”
 
‘MIROVÎ Û TENDURISTÎ DÊ BÊN DARIZANDIN’
 
Atabey, anî ziman ku di doza derbarê wan hatî vekirin de, dê nirxên mirovahiyê û mfê tenduristiyê bên darizandin û wiha bilêv kir: “Di çi şert û mercan de dibe bila bibe em neçarin xizmeta tenduristiyê pêşkêşî gel bikin. Di dema berxwedana Gezî de jî doz li me hatin vekirin, lê hemû doz hatin betalkirin. Heya dawiyê em li pişt kirîn û gotinên xwene. Li Mêrdînê dê mirovahî, wijdan û mafê tenduristiyê bên darizandin.”
 
Atabey, di dawiya axaftina xwe de banga tevlîbûna danişînê, li hemû saziyên civaka sivîl kir.  Atabey, tüm sivil toplum kuruluşlarını duruşmaya katılmaya çağırdı. 
 
MA / Dîren Yurtsever