Cenazeyê Sedanur a 9 salî ku hat windakirin hat dîtin

  • rojane
  • 10:33 22 Îlon 2018
  • |
img
QERS - Cenazeyê Sedanûr Guzel a 9 salî ku di 16'ê Îlonê de li Gundê Pasli yê Kaxizmanê winda bû, hat dîtin. 
 
Li Gundê Pasli yê Kaxizmanê ya Qersê ku ji 80 malan pêk tê, keça Handan-Abdullah Guzel a 9 salî Sedanur Guzel, di 16'ê Îlonê de li pêş malê winda bû. Malbatê piştî bihîst keça wan winda bûye dest bi lêgerînê kirin. Malbatê serî li fermandariya Cendirmeyan da. Welatiyên gundê Pasli ji bo Sedanûr Guzel bibînin ketine nava seferê. Malbat bi fikar e ku keça wan hatiye revandin. Têkildarî windakirina Sedanûr îfadeya welatî E.B. û piştre îfadeya dayik û bav hat girtin. 4 roj derbas bû, lê hêj agahî ji Sedanûr Guzel nayê girtin. Têkildarî windakirina Sedanûr piştî îfadeya welatî E.B., hat girtin sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê der barê E.B. de biryara girtinê da û şand girtîgehê. 
Cenazeye Sedanûr Guzel îro serê sibehê li nêzi Gundê Pasli hat dîtin.