Kujerê Pakize Hazar dê ji nûve bê darizandin

  • rojane
  • 10:30 22 Îlon 2018
  • |
img
AMED - Darizandina Çawişê Pispor S.K., ku li navçeya Lîcê pîra 85 salî Pakize Hazar bi kamyona zirxî ya eskeri pelçiqand û kuşt, dê ji nûve pêk bê. Heyeta dadgehê bi hinceta “Halê baş" 20 meh ceza li S.K. birî bû. Li ser vê yekê parêzeran îtîraz kiribû. Îtîparaza parêzeran hat qebûlkirin û Çawîşê Pispor S.K. dê ji nûve bê darizandin. 
 
Li Licêya Amedê, di 14'ê hezîrana 2017'an de dema Pakîze Hazar (85) di riya Mumîn Aga ya ji çûn û hatinê re girtiye ji bo meaşê xwe diçû PTT'ê, wesayîta zirxî pêl li wê kir û ew qetil kir. 3 meh berê dîmenên wesayîtê li dosyeya dozê hatin bicihkirin bi raya giştî re hatibû parvekirin. Piştî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Licê, ajokarê wesayîta zirxî çawîşê pispor S.K. piştî îfadedayînê hatibû berdan. Dozger der barê S.K. de bi tawanbariya "bûye sedema mirineke qisûrdar" îdianameyeke ku ji paragrafekê pêk tê amade kiribû û xwestibû ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Danişîna biryarê li Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Licê hat dîtin. Di danişînê de bersûc S.K. amade nebû. Heyeta dadgehê li S.K., 20 meh cezayê girtîgehê birîbû. Heyete xwestibû ku kujer heta 5 salan heman cezayî neke û serbest berdabûn. Li ser vê yekê parêzerên malbata Hazar di 13'ê Hezîranê de serî li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dabûn û îrîraz kiribûn. 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îtiraza parêzeran qebûl kir û S.K., dê ji nûve bê darizandin. Heyetê dosya dîsa li Dadgeha Asliye Ceza ya Lîcê vegerand û darizandin dê dadgeha Asliye Ceza dubare bê dîtin. 
 
BÛYER Û DOZ ÇAWA PÊŞ KET 
 
Li Licêya Amedê, di 14'ê Hezîrana 2017'an de dema Pakîze Hazara 85 salî ji bo meaşê xwe wergire diçû PTT'ê, li Kolana Mumîn Aga li ber avahiya PTT'ê wesayîta zirxî ya cendirmeyan lê qeliband û ew kuşt. Serdozgeriya Komarê ya Liceyê lêpirsîna der barê mirina Hazarê de temam kir û îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Liceyê ve hat qebûlkirin.  Di îdianameya yek rûpelî de ku têkildarî tawanbariyê paragrafek cih digire, bi tawanbariya "Bi awayekî qisûrdar bûye sedema mirinê" di navbera 2 û 6 salan de cezakirina Çawîşê Pispor S.K. yê ajokarê wezayîta zirxî yê bi awayekî negirtî tê darizandin hat xwestin. Di îdianameyê de kurê Hazarê Veysî Hazar wek gilîdar cih girt. Di îdianameyê de tişta balê dikêşe ew e ku îfadeyên bersûc û şahidan, rapora pêzaniyê û raporên edlî cih negirtine. Danişîna ewil a dozê di 14'ê Sobatê de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Liceyê pêk hat. Piştî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Licê, ajokarê wesayîta zirxî çawîşê pispor S.K. piştî îfadedayînê hatibû berdan. Dozger der barê S.K. de bi tawanbariya "bûye sedema mirineke qisûrdar" îdianameyeke ku ji paragrafekê pêk tê amade kiribû û xwestibû ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Beriya danişîna biryarê 2 hefte berê dîmenê ku Panêzera Eskeran çawa Pakîze Hazar di pelçiqîne derketibûn holê. Li gel şahid û delîlan Heyeta dadgehê li S.K., 20 meh cezayê girtîgehê birîbû. Heyete xwestibû ku kujer heta 5 salan heman cezayî neke û serbest berdabûn. Li ser vê yekê parêzerên malbata Hazar di 13'ê Hezîranê de serî li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dabûn û îrîraz kiribûn. 
 
MA / Lezgin Akdeniz