Rayedarên wezarêtê xwestin ku pitika Arîn bidin saziya parastinê

  • rojane
  • 09:58 22 Îlon 2018
  • |
img

ENQERE - Rayedarên wezaretê yên ji bo pitika 14 mehî ya bi nexweşiya astimê Arîn a di girtîgehê de bi dayîka re dimîne çûn girtîgehê û ji dayika wê xwestin “Arîn an bidin saziya parastinê yan jî bide malbatê.” Malbata Yilmaz ji bo çareserkirina pirsgirêkê xwest Arîn û dayîka wê bên berdan.

Pîtîka Arîn a 14 mehî ya bi dayika xwe Esma Yilmaz re di Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê de dimîne, her ku diçe rewşa wê xerabtir dibe. Pitika Arîn a bi nexweşiya astim û bronşîtê ye, di dema krîza astimê de, çavên wê xij dibin û bin çavên wê reş dibin. Mîhdî Yilmaz ê di 20’ê Îlonê de  çû hevdîtina hevjîn û keça xwe, diyar kir ku rewşa Arîn neguherîye  û wiha axivî: “Her ku diçe nexweşiya wê pêş dikeve. Dema min Arin dît, diyar bû ku nexweşbû. Arîn gava krîza astimê derbas dike, kepiyê wê sor dibe, bin çavên wê reş dibin5 û çavên wê xij dibin. 
 
XWESTIN  WÊ BI TENÊ BIBIN KREŞE
 
Yilmaz, anî ziman ku di girtîgehê de kreşek nû vekirine û wiha got: “Ji hevjîna min xwestine rojê saetekê bi tana serê xwe Arîn bibin kreşê. Li ser vê yekê hevjîna min gotiye ‘Arîn bêyî min nikare bisekine, ez wê bi tena serê xwe rênakin, ez  jî dixwazim bi wê re herim.’ Lê rayedarên girtîgehê destûr nedane.”
 
‘BIDIN ME EM LÊ MÊZE BIKIN’
 
Yilmaz, anî ziman ku ji bo Arîn rayedarên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê çûne girtîgehê û wiha bilêv kir: “Rayedaran ji bo Arîn bi hevjîna min re hevdîtin dikin. Rayedar ji bo hevjîna min dibêjin ‘Madem ku zaroka we evqas nexweşe, wê demê hûn çima nadin malbata xwe.’ Li ser vê yekê hevjîna min aciz dibe û ji wan re dibêje ‘Tu halê min nîne derbarê zaroka xwe de ji we aqil bigirim. Niha sê zarokên min li malêne û hevjîna min nikare li wan mêze bike. Ger ez keça xwe ya nexweş jî bişînim malê, hevjînê min dê bi tena serê xwe çawan li wan mêze bike?’ Raedara li ser vê axaftina hevajîna min ji wê re dibêjin ‘şîr binê.’ Hevjîna min dîsan bertek nîşanî wan dide û dibêje ‘Madem hûn weke wijdanî û mirovî hatine, wê demê hinek be jî destên xwe danin ser wijdanê xwe û ji bo vê rewşê çareseriyekê bibînin.’ Ji derveyê vê yekê rayedarên wezaretê ji bo hevjîna min pêşniyar dikin ku Arin bibin saziya parastinê. Lê hevjîna min ev qebûl nekiriye.”