Li Îmraliyê tişta nebûyî dikin: 6 meh cezayê hevdîtinê dan parêzerên Ocalan

  • rojane
  • 09:14 22 Îlon 2018
  • |
img

STENBOL – Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê, di 6'ê Îlona 2018'an de biryarek da û 6 meh hevditina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Yildirim, Konar û Aktaş a bi parêzeran re qedexe kir. 

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaşê di Girtîgeha Îmraliyê de ne biryareke nû da. Dadweriyê di biryara xwe ya di 6'ê Îlona 2018'an de da, heta 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kir. Dadweriyê di 2'yê Adara 2018'an de jî biryarek dabû di vê biryara xwe de qebûlkirina serdêran, pêwendiya bi nivîskî û hevdîtina bi telefonê qedexe kiribû, lê belê di biryara xwe ya 6'ê Îlona 2018'an de behsa qedexekirina qebûlkirina serdêran, pêwendiya bi nivîskî û hevdîtina bi telefonê re nekir. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê wekî hincet 11 cezayên hucreyê yên di navbera 2005-2009'an de li Ocalan hatin birîn û biryara dîsîplînê ya der barê nameya wî ya 156 rûpelî ku di 2009'an de nivîsandibû nîşan da. Her wiha dozgeriyê wekî hincet diyar kir ku di hevdîtinan de Ocalan fermanan ji rêxistinê re dişîne û ev dibin rojev. Li ser vê Dadweriya Cezayê Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê heta 6 mehan hevdîtian bi parêzeran re qedexe kir.
 
Li ser vê parêzeran li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê îtiraz li biryara dadweriyê kir, lê belê hat redkirin. 
 
MA / Yasin Kobulan