Hevşaredarê Qubînê: Deynê heyî yê serdema AKP'ê nin

  • rojane
  • 09:13 22 Îlon 2018
  • |
img

ÊLIH - DEDAŞ'ê ji ber ku Şaredariya Qubînê deynê xwe yê ceryanê nedabû, ceryana avahiya şaredariyê qut kiribû. Hevşaredarê Qubînê Mûstafa Ozturk ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, diyar kir ku piraniya van deynan ê rêveberiya AKP'î ne. 

Wezareta Karên Navxweyî di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Qubînê kiribû. Çend roj berê, Şaredariya Qubînê ji ber deynê xwe yê ceryanê bû rojev. Ji ber ku şaredariyê deynê xwe yê ceryanê neda, Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceryana avahiya şaredariyê biribû. DEDAŞ'ê daxuyandibû ku 5 sal in heqê ceryanê nayê dayîn. Lê belê şaredariay qeyûm tayînî wê hat kirin jî derpêş kir bu 6 milyon û nîv deynê ceryanê heye û evd eyn ê serdema rêveberiya DBP'î ye. Lê belê Hevşaredarê Qubînê Mûstafa Ozturk ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, destnîşan kir ku ev deyn ne ê serdema wan e. 
 
OZTURK: PIRANIYA VÎ DEYNÎ Ê RÊVEBERIYA AKP'Î YE 
 
Ozturk, bilêv kir ku dema ew hatin ser kar nêzî 20 milyon TL deynê şaredariyê hebû û wan piraniya vî deynî daye û yên mayî jî sererastkirine. Ozturk, diyar kir ku deynê DEDAŞ'ê jî gelek jê ê beriya sala 2014'an de û got: "beriya me şaredarî di dest AKP'ê de bû û deynê şaredariyê hebû. Me qismek vî deynî da. Yê mayî jî em sererast kir. Lê belê çend roj berê ceryana hin gundên navçeyê hat qutkirin û ev jî nîaşn dide ku hîne ev deyn nehatiye dayîn." 
 
Ozturk, diyar kir ku Qubînê dişibiya gundekî, lê dema em hatin ser kar me xwest em vê rewşê biguherînin û ji bo vê me proje amade kirin. Her çend deynê şaredariyê hebû jî, me ewil karê îmarê sererast kir û me li navçeyê parkeke nûjen û qadên hêşîn çêkirin. Parka ku me navê Orhan Dogan lê kiribû, tabelaya wê daxistin." 
 
Ozturk, diyar kir ku ji bo ew prisgirêka avê ya navçeyê, pergala wê ya qenalîzasyonê çareser bikin wan projeyeke miqadara wê 14 milyon TL bû amade kir, lê belê qeyûm ev proje jî temam nekir. Ozturk, anî ziman ku niha her derê Qubînê bûye qek hêlîna xiltan û eger xema qeyûm xizmet be, nexwe ji bo çi vê projeyê temama nake.