ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2018'AN

* Ekolojîst Serap Borûcû, bilêv kir ku şewitandina daristanên li bajarên kurdan, berdewamiya polîtîkaya şerî ya dewletê ye û got: "Çareserî bi avakirina civakeke demokratîk pêkan e." 

* Aborîzan Hayrî Kozanoglû, bilêv kir ku Bernameya Aboriyê ya Nû ku Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak daxuyand, piyase qaneh nekirine û got: "Wisa dixuyê ku daxuyaniyên Berat Albayrak ne piyaseya navxweyî ne jî ya navnetewî qaneh nekiriye." 
 
* DEDAŞ'ê ji ber ku Şaredariya Qubînê deynê xwe yê ceryanê nedabû, ceryana avahiya şaredariyê qut kiribû. Hevşaredarê Qubînê Mûstafa Ozturk ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, diyar kir ku piraniya van deynan ê rêveberiya AKP'î ne. 
 
* Rojnameger Ferhat Aktaş, têkildarî hevkariya Tirkiye û komên selefî yên li Idlibê diyar kir ku agirbestê Tirkiye ji bo komên selefî xwestiye nayê qebûlkirin û wiha got: "Tirkiye di pêşeroja Sûriye de van bermahiyên şer diparêze. Ev ne rewa ye. Bi var bermahiyên komên şer destkeftiyên kurdan armanc dikin." 
 
* Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê, di 6'ê Îlona 2018'an de biryarek da û di vê biryarê de hevditina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Yildirim, Konar û Aktaş a bi parêzeran re heta 6 mehan qedexe kir. 
 
* Malbatên karkerên înşeata Balafirgeha 3'yan ku hatin binçavkirin û girtin gotin: "Tişta ecêb ew e ku hikûmet notirvaniya patronan dike. Diviya neketana vî halî." 
 
* Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 704'an de çalakiya xwe ya ku li Qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin berdewam bikin. 
 
*Kongreya Îslama Demokratîk, li Enqerê dê komxebata "Îslamyeta desthilatdariyê û Takva" pêk bîne. (10.00)
 
*Xizmên Windakiriyan û şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê, dê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" çalakiya rûniştinê ya heftane dê li avahiyên komeleyê bidomînin. (12.00)
 
*Şaxa ÎHD'a Îzmîrê û xizmên windakiriyan, bi dirûşmaya "Bila  girtiyên nexweş bên berdan" û "Winda bên dîtin" dê di çalakiya 449'emîn de, li ber avahiya Serokwezîrtiya navçeya Konakê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00) 
 
*Înîsîyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê cara 213'emîn li ber Avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê daxuyanî bide çapemeniyê. (18.00)