Vekirina Balafirgeha 3'emîn 2 meh taloq kirin

  • rojane
  • 08:24 22 Îlon 2018
  • |
img
STENBOL - Vekirina Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê, piştî çalakiya karkeran 2 meh taloq kirin. Balafirgeha ku Serokomar Erdogan gotibû dê di 29'ê Cotmehê de vekin, hat diyar kirin ku taloqî 31'ê Kanûnê kirine. 
 
Vekirina Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê piştî çalakiya karkeran 2 meh taloq kirin. Fîrmaya karsaz a înşaetê ÎGA, Karsaziya Qadên Hewa ya Dewletê (DHMİ) û Rêyên Hewayî a Tirk (THY) piştî çalakiyên karkeran di nava xwe de dîsa li hev kirin û vekirina balafirgehê 2 meh taloq kirin. Hat zanîn ku vekirina balafirgehê ji 29'ê Cotmehê taloqî 31'ê Kanûna 2018'an kirine. Serokomar Erdogan berê diyar kiribû ku dê di 29'ê Cotmehê de balafirgehê vekin.