Arslan: Daxuyaniyên min wekî sûc tên hesibandin

  • rojane
  • 20:37 21 Îlon 2018
  • |
img
AMED Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, ku di Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê de ye, diyar kir ku daxuyaniyê wî wekî siyasetmedarekî dane, wekî sûc hatine hesibandin. Arslan xwest li dadgehê parastina xwe bike, lê heyeta dadgehê daxwaza wî red kir. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, di 8'ê Sibatê de li Amedê hat girtin. Arslan bi "endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin û tê xwestin ji heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn. Arslanê ku di Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê de ye, îro ji bo danişîna 3'yem a doza ku pê tê darizandin bi rêya SEGBÎS'ê li Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê tev li danişînê bû. Her wiha tevî parêzerên Arslan, Alîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemîr, rêveberên DBP'a Amedê, Parlementerê HDP'ê û Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, parlementerên HDP'ê Selçûk Mizrakli, Semra Guzel û Mahmût Togrûl jî tev li danişînê bûn. 
 
Di danişînê de pêşî parêziya Arslan a bi nivîskî şandibû dadgehê û ji 15 rûpelan pêk tê hat xwendin. Piştî vê parêzeran parêzî kir. Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak, destnîşan kir ku Mehmet Arslan siyasetmedar e û fealieyetên ku di bin banê partiya ku hevserokê wê yê giştî ye wekî doz derketine pêşberî wan. 
 
Paşê Arslan axivî û got: "Ez hevserokê partiyeke siyasî me û 8 meh in girtî me. Di dosyeya ku dadgehê wekî sûc berpêşî min dike de, tu tiştekî ku wekîs ûc bê hesibandin têde tune ye. Wekî siyasetmedarî ew daxuyaniyên ku min dane wekî sûc hatine nîşandan. Ev îdiayên ku ji ber wan hatime girtin, her çend wek hev bin jî, lê belê dozgerek ji bo vê ez bi propagandaya rêxistinê tawanbar dikim û yek jê jî ez bi endamtiya rêxistinê." 
 
 
Her wiha Arslan, diyar kir ku ew ne bi SEGBÎS'ê, lê dixwaze li eywana dagehê parêziya xwe bike. Lê belê heyeta dadgehê daxwaza Arslan red kir. 
 
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo berdana Arslan red kir û danişîn taloqî meha Mijdarê kir.