Baro ji bo ronîkirina kujerê Elçî bang li hikûmetê kir

  • rojane
  • 15:43 21 Îlon 2018
  • |
img
AMED – Baroya  Amedê, ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bê dîtin û darizandin û ji bo edaletê bixwazin çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, di mijara ronîkirina dozê de ji hikûmeta AKP'ê xwest ku vîna hewce nîşan bide ku kujer bê dîtin û darizandin. 
 
Baroya Amedê, ji bo kujerê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê di 28'ê mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çarling a Sûrê hat kuştin, bê dîtin û darizandin, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Baro di hefteya 142'an de kom bûn û dîsa ji bo Elçî edalet xwestin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û parêzerên baroyê amade bûn. Parêzeran di çalakiyê de dîsa pankarta “Em te jibîr nakin" vekirin û daxuyanî dan. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku Tahir Elçî hem di serdema Serokê Baroyê de û hem jî di demên din de her dem aştî xwest û her dem ji bo aştiyê têkoşiya. Ozmen xwest hikûmeta AKP'ê der barê lêpirsîna dozê û dîtina kujeran de gavan bavêje û wiha g ot: "Mixabin heta niha der barê dosyaya Tahir Elçî de gavek şênber nehatiye avêtin. Ji ber ku der barê dosyayê de tu pêşketin tune ye. Divê îktîdara siyasî ji bo ronîkirina cînayet gavên şênber bavêje."
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.