Li Îmraliyê ‘hinceta redkirinê’ guherî

  • rojane
  • 15:20 21 Îlon 2018
  • |
img
STENBOL - Serlêdana hevdînê ya malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê, ji aliyê Desteya Dîsîplîna Midûr,yeta Saziya Înfaza Cezayê Ewlekariya Bilind Tîpa F a Îmraliyê ve bi hinceta cezayê dîsîplînê ya di 14’ê Îlona 2018’an de ji bo Ocalan hat dayîn, hat redkirin. 
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi navbeynkariya parêzerên xwe cara 94’emîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn hat redkirin. 
 
HINCET HAT GUHERTIN 
 
Dozger heya niha bi hinceta Zagona Hêjmara 5275'an serlêdan red dikir, lê vê carê bi hinceta cezayê dîsîplînê yê ji bo Ocalan hatiye dayîn, serlêdan red kir. Dozger bi hinceta cezayê dîsîplînê ya di 14’ê Îlona 2018’an de li Ocalan hatî birin, serlêdana malbatê red kir. 
Cezayê dîsîplînê ji malbat û parêzeran nehat ragihandin. 
 
 
Serlêdana hevdîtinê ya ji bo girtiyên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Asaln ên bi navbeynkariya parêzerên xwe kirin jî bi heman hincetê hat redkirin. 
 
93 SERLÊDAN HATIBÛN REDKIRIN 
 
Dozger, 93 caran serlêdanên malbatan bi hincetên “Koster xerabiye”, “Kêştî di tamîrê deye”, “Rewşa hewayê”, “Sînordariyên di çarçeoveya KHK’ê anîn” û “OHAL’ê” red kirin.