ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2018'AN

* Ji ber zêdebûna dowîzan, kasko, sîgorte û zêdebûna bacan hema bêje êdî li bazarên wesayîtan wesayît nayên firotin. Li Bazara Wesayîtan a Mêrsînê esnafan got "Gelek kes li wesayîtan dipirsin, lê kes nakire." 

* Di ser girtina Rojnameya Ozgur Gundemê re 2 sal derbas bûn. Gerînendeyê weşana giştî yê rojnameyê Zana Kaya, diyar kir ku Ozgur Gundem ji çandeke ku heqîqetê bigihîne gel tê û got: “Îro dibe ku Ozgur Gundem tune be û weşaneke din hebe. Tim û tim di navbera civak û heqîqetê de pirek tê avakirin û dê bê avakirin.” 
 
*  Edîtorê Kovara Kundê Umran Aran, diyar kir ku di kovageriya matbu ya kurdî de krîz û valahiyeke mezin heye û mebesta wan ew e ku kurdî bidin xwedin û berbelav bikin. 
 
*  Desteya Wezîran Dêra Germûşê ya aîdî ermeniyan wekî "navenda pêşvexistina turîzmê" îlan kiribû, lê belê hîn jî ji bo parastina dêrê tu gav nehatine avêtin. Her wiha defîneger dêrê hedef girtine û niha bi rûxandinê re rû bi rû ye. 
 
* Ramamzan Kavakê ku ji mamostetiyê hat îxrackirin, pirtûka wî ya duyem a helbestan "Êşa Genim" derket. Kavak got: "Ya ku hişt ez bi zimanê xwe binivîsînim heqîqet e."
 
 * Dengbêj û çîrokbêj Mîhyedîn Duymak ê ji zarokatiya xwe çîrokên gelê Kurd guhdar dike û  dinivîsîne, armanc dike ku çîrokên nivîsandine bike pirtûk. Duymak, diyar kir ku ji bo vê pêdiviya wî bi alîkariyê heye û got: "Ev eşqa me ye û şerên me ne. Em xwedî van çîrokên xwe derbikevin."
 
* Di salên 1990’î de ku Kurd û zimanê kurdî nedihatin qebûlkirin rojnameya Welat di 22’yê Sibata 1992’yan de dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 115 hejmarên wê hatin weşandin ji ber zextên dewletê hat girtin, pişt re bi navê Welatê  Me dîsa dest bi weşanê kir. Piştî weşandina hejmara 46’an di 1996’an de bi heman zextan Welatê Me jî hat girtin û piştî wê Azadiya Welat di 1996’ de dest bi weşana heftane kir. Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat di salvegera weşana wê de axivîn û bal kişandin ser zextên rojnamegeriya Kurdî. 
 
 * 7'emîn danişîna Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Dersimê bê dîtin. (10.00)
 
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, dê têkildarî 'Rojeva Jinê ya' Navenda Giştî ya  HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
 
* Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê li avaniya navenda rêxistina Êlihê civîna gel pêk bîne. (14.00)