Hevserokê DBP’ê yê Çûkûrovayê hat girtin

  • rojane
  • 20:19 14 Tebax 2018
  • |
img

EDÎRNE – Hevserokê DBP’a Çûkûrovayê Haydar Yukselê ku li Edîrneyê hat binçavkirin hat girtin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Çûkûrovayê Haydar Yukselê ku duh na pêr li Edîrneyê hatibû binçavkirin, piştî karên li emniyetê sewqî Edliyeya Edîrneyê hat kirin. Dozgeriyê bi îdiaya “Qaçaxçîtiya koçberan” Yuksel sewqî dadweriya lêpirsînê kir. Dadweriyê jî bi heman îdiayê biryara girtina Yuksel da.