Li Hezexê trafo teqiya, 2 jê giran 3 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 16:32 21 Hezîran 2018
  • |
img

ŞIRNEX - Li sûka navenda Hezexê trafoyek teqiya, 2 jê giran 3 kes birîndar bûn.

Li sûka navenda navçeya Hezexê ya Şirnexê trafoyek bi dengek bilind teqiya. Di dema teqîna de, welatiyên bi navê Emîne Ozek, Reşît Ariz û Beşîr Akan ên nêzî trafoyê birîndar bûn.  Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û hatin dermankirin. Hat diyar kirin ku rewşa du birîndaran girane û sewqî nexweşxaneyên cuda hatin kirin.