Sindoqên 52 gundan birin gundên cerdevanan

  • rojane
  • 16:15 21 Hezîran 2018
  • |
img
COLEMÊRG - Li Navenda Colemêrgê û navçeyên wê, sindoqên 52 gundan birin, gundên ku cerdevan û leşkeran. 
 
Li Colemêrg û navçeyên wê 52 gundên ku sindoqên wan hatine guhestin, gundên ku sindoqên wan lê bê danîn diyar bû. Li navenda Colemêrgê 11, li Geverê 32, li Şemzînanê 7, li Çelê jî 2 gund dê sindoqên wan bibin gundên cuda û li gundên cuda dengê xwe bidin. Bi taybetî gundên ku cihê sindoqên wan hatin guhertin, gundên ku herî zêde dengê HDP'ê jê derketiye. Yek ji van gundên ku cihê sindoqen wan hatin guhertin gundê Nêrdûşê yê welatî rastî îşkenceyê hatibûn. Sinddoqê Nêrdûşê birin Gundê Guzelkonakê ku gundê cerdevanan e. Hilbijêrên taxên Cumhuriyet û Kişla ya berê jî dê dengê xwe li Yenimahalle bavêjin sindoqan. 
 
Gundên ku cihê sindoqên wan hatin guhertin wiha ne: 
 
COLEMÊRG 
 
Li Navenda Colemêrgê Sindoqên gundên Kayacik û Ovacikê birin gundê Xezekiya. Sindoqên gundên Walto û Dawişê birin gundê Çemka. Sindoqên gundê Dêrê û Baleka birin gundê Mîşê. Sindoqên gundê Elkîkê birin gundên Peyanis. Sindoqên gundê Boybeyî birin gundê Saritaşê. Sindoqên gundê Silehê birin gundê Biçenekê û sindoqên gundê Koyiçî birin gundê Pinarbaşi û sindoqên gundê Çaylica û Cumhuriyetê jî birin gundê Yenimahalleyê. 
 
GEVER 
 
Li navçeya Geverê jî sindoqên gundên Sinava û Bataklikê birin gundê Alekana. Sindoqên gundê Şîşemzînan, birin gundê (Dilezê. Sindoqên gundê Sorê birin gundê Peranîsê. Sindoqên Çalimli birin Manisê. Yên Nizara û Avertê birin gundê Barinasê. Yên gundikên Zerili, Avyan ku girêdayî Gundê Soryanê ne û gundê Bilindbasanê birin mezraya Basanê. Yên Gullanê birin Şakitanê. Yên Dara û Kaportê birin gundê Degerliyê. Yên gundê Kampaşukeyanê birin gundê Befircanê. Yên Badava û Karabagê birin gundê Silvanayê. Yên gundên Gawgeryan û Vezyavanê birin herêma 75'inci Yıl YİBO (Herêma polîsan e), Yên Banî birin gundê Kirtenizê. Yên gundê Bajêrgê birin gundê Xalanê. Yên Sekranê birin taxa Îpekê. Hilbijêrên taxa Cumhuriyet û Kişlaya berê jî birin Yenimahalleyê. 
 
ŞEMZÎNANA 
 
Sindoqên gundê Kulika birin gundê Bêguzayê. Yên Bêtkarê birin Gulka ya girêdayi Lûxaylayê. Yên Nêrdûşê birin Harûna. Yên Rubarokê birin taxa Orta. Yên taxên Guzeldere û Çimenlî jî birin Koprullu. Yên Akkaya jêrin birin taxa Dagdibî. 
 
ÇELÊ
 
 
Li Navçeya Çelê jî sindoqên gundê Tiyarê birin gundê Biyadirê.