4 jinên bertek nîşanî AKP'iyan dan hatin binçavkirin

  • rojane
  • 15:35 21 Hezîran 2018
  • |
img

WAN - Li Wanê 4 jinên ku bertek nîşanî çirandina posterê Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş dan, ji aliyê AKP'îyan ve rastî lêdanê hatin û piştre hatin binçavkirin. 

Li taxa Cevdetpaşa ya Rêya Armûşê ya Wanê, jinen ku xebatên hilbijartinê dimeşandin, bertek nîşanî AKP'iyên ku wêneyê Namzetê serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş çirandin dan. Dema jinan bertek nîşan dan, AKP'îyan bang li polîsan kirin û piştî jin darp kirin binçav kirin. AKP'iyan li pêş çavê polîsan jin darp kirin û piştre polisan jin binçav kirin. Polîsên ku 4 jin binçav kirin der barê AKP'iyan de jî tiştek nekirin. 
 
Piştî bûyerê bi sedan kes hatin cihê bûyerê û bi dirûşmeyan AKP şermezar kirin.