Li dijî wesayîta Aydemîr ê HDP’î êrîş

  • rojane
  • 15:24 21 Hezîran 2018
  • |
img
MANÎSA - Kes, an jî kesên nasnameya wan ne diyar lastîkên wesayîta rêveberê HDP’ê Cuneyt Aydemîr parçekirin. Aydemîr derbarê mijarê de serlêdana sûc kir.
 
Li Manîsayê, kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar, lastîkên wesayîta Hesabgirê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Manîsayê parçekirin. Aydemîr bêyî ku lastîkên wesayîtê kontrol bike, li wesayîtê siwer dibe û piştî demekê ferq dike ku tersîtiyek heye, gava ji wesayîtê peya dibe êrîşê nû ferq dike. Aydemîr ê ev rewş weke provokasyon nirxand, diyar kir ku ji ber alên HDP’ê bi camên wesayîtê ve kirine, ev êrîş pêk hatiye.  
 
Aydemîr, ji bo berpirsên êrîşê bên dîtin, li dozgeriyê serlêdana sûc kir.