‘Hevjînê 40 salan, du zarokên ji çavên xwe sitirandin û kolanên bi xwîn ên Pirsûsê’

  • rojane
  • 15:09 21 Hezîran 2018
  • |
img

RIHA - Li Pirsûsê, dikandar Esvet û kurên wî Adîl û Celal Şenyaşar ên di êrîşa çekdarî ya zilamên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de jiyana xwe ji dest dan qûrnefîl danîn ber dikana wan. Dikandaran, diyar kirin ku hevjînê 40 salî, du zarokên ji çavên xwe di sitirandin û Pirsûsa kolanên wê bêhna xwînê jê tên li du xwe hiştin û gotin: “Ev wêne, wêneyê ‘Yan tuyê piştgiriyê bidî desthilatdariyê, yan jî tu yê bimirî ye.’” 

 
Li Pirsûsê, bav Hacî Esvet û kurên wî Adîl û Celal Şenyaşar ên ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, li ber dikana xwe hatin bibîranîn. Namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Nîmetullah Erdogmuş, endamên rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajar û navçeyê Sûka Yek Mîlyonî ziyaret kirin. Şandeya HDP’ê ji dikana malbata Şenyaşar a di êrîşê de 4 kesên wan hatin kuştin, dest pê kirin û heya dawiya sûkê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn, sersaxî ji hemû dikandaran re xwestin û niyaza derbas bûnê kirin.   Li aliyê din, nêzî 30 dikandarên Pirsûsê, qûrnefîl danîn li ber dikana du birayên hev Adîl, Celal û bava Esved Şenyaşar û dua kirin. 
 
Li ser navê dikandarên Pirsûsê di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Hevjînê 40 salan, du zarokên ji çavên xwe distrandin û Pirsûsa kolanên wê bêhna xwînê jê tên, du xwe hitin. Ev wêne, wêneyê ‘Yan tuyê piştgiriyê bidî desthilatdariyê, yan jî tu yê bimirî ye.’ Feraseta azadiya welatê em lê dijîn divê ne wisan be. Divê êdî mirov ji ber ramanên xwe, rengên xwe û birdoziyên xwe neyên darizandin û kuştin. Weke dikandarên Pirsûsê em pir xemgînin. Me cîranên xwe winda kirin. Rehma Xwedê li wan be.”