Xelata wêrekiyê dan Zehra Dogan

  • rojane
  • 14:21 21 Hezîran 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Medyayê ya Naveneteweyî ya Jinan (IWMF), di rojnamegeriyê de Xelata Wêrekiyê ya 2018'an da Rojnameger Zehra Dogan. Zehra diyar kir ku ew vê xelatê li ser navê hemû jinên ku ji ber nûçeyên xwe di girtîgehê de ne digire.
 
Weqfa Medyayê ya Naveneteweyî ya Jinan (IWMF), xwediyên xelata Di Rojnamegeriykê de Wêrekî aşkera kirin.  Weqfa ku di sala 1990'î de li DYA'yê hatiye damezrandin û her sal ji bo rojnamegerên jin ku girtin kuştin û êrîşan didin ber çavên xwe û nûçeyan dişopînin xelata dide ya sala 2018'an da rojameger Zehra Dogan ku li Girtîgeha Tîpa  E ya Amedê de ye. Zehra Dogan ku yek ji damezrînera Ajansa Jinan JINHA ya bi biryara KHK'ê hat girtin e ji ber nûçeyên ku li Nisêbîn û Cizîrê di pêvajoya şer de şopandine hat xelatkirin.