Li Stebolê 3 kes hatin girtin

  • rojane
  • 13:49 21 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL - Ji 16 kesên di mitînga mezin a HDP’a Stenbolê de hatin binçavkirin 3 jê bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin girtin. 
 
Di mitînga mezin a HDP’ê ya bi sedhezaran kes beşdar bûn a li Bazara Gel a Bakirkoya Stenbolê ku di 17’ê Hezîranê de pêk hat de 16 kes hatibûn binçavkirin. 16 kesên lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bû, derxistin Edeliya  Çagalayana Stenbolê. Ji 16 kesên derxistin Dadgehên Cezayên Sulhê yên 6’emîn û 12’emîn ên Stenbolê, Serhat Dogan, Serdal Aksu û Mahmun Yolcu bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin girtin. 
 
Dageha Cezayê Sulhê ya 12’emîn a Stenbolê, bi sûcdariya destmala kesk, sor û zer di destê Dogan û Aksu de hebûn, biryara girtinê da.
 
Dadgeha Cezayê Sulhê ya 6’emîn a Stenbol jî, bi hinceta di destê Mahsun Yolcu de ala Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi KHK’ê hat girtin hebûye, biryara girtinê da.
 
13 kesên din, piştî îfade dan dadgehê hatin berdan.