Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 765’emîn serlêdan

  • rojane
  • 13:40 21 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 765’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Raziye Turgut, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike cara 765’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 764 caran serî li serdozgeriyê dan û serlêdanê wan tim hatin redkirin. Dozgeriyê bi hinceta "Muxalefeta Hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û “OHAL” serlêdan red kirin.