Îtîfaqa AKP-MHP'ê dixwazin OSO bi pereyan tev li operasyona Kandîlê bikin

  • rojane
  • 13:06 21 Hezîran 2018
  • |
img
EFRÎN - Derket holê ku îtîfaqa AKP-MHP ji bo tevlî operasyona Efrînê bibin 11 milyar dolar dabû komên çekdar ên OSO. Niha jî ji bo komên çekdar tevlî eniya pêş a operasyona difikirin li ser Qendîlê pêk bînin, AKP pereyan belav dike. Li gorî agahiyan, ji her komek çekdard necarin ku tevlî operasyonê bibin û dê serê her endamekî OSO mehane 800 dolar, endamê ku bi dilxwazî tevlî bibin jî dê meaşê wan zêdetir bikin. 
 
Serokê Giştî ya AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên AKP'ê ji bo operasyona Efrînê, komên çekdar yên di bin navê Artêşa Azad (OSO) kom kiribû û ji bo di eniyên pêş de êrîş bikin 11 milyar dolar pere li wan xerc kiribûn. Di pêvajoya êrîşê de ku gelek komên çekdar li dijî leşkerên TSK'ê nerazîbûn nîşan dabûn. Di vîdeoyê de fermandarekî TSK û nûnerê MÎT'ê ji endamên OSO yên zahmetiyan derdixistin re, diyar kiribûn ku wan 6 milyar dolar meaş daye û 5 milyar dolar jî li we hatiye mesrefkirin, li xwe mikûr hatibûn. 
 
HEWL DIDIN 5 HEZAR Û 500 ÇETE  DÊ TEVLÎ OPERASYONÊ BIKIN   
 
Li gor çavkaniyekê ji Ezazê, Amîrekî komê ji Firqet El Hemzê got ku rayedarên hikûmeta AKP û MÎT'ê bi wan re civîn li darxistine û ji bo ew tevlî eniya şer a operasyona li Qendîlê bibin, talîmat hatinedayîn. Amîr, destnîşan kir ku di civînê de hat gotin ku ji bo her endamê OSO tevlî operasyona Qendilê bibin mehane wê pere ji bo wan bê dayîn. Hat destnîşankirin ku hemû komek necarin tevlî vê operasyonê bibin, eger yê bi dilxwazî tevlî bibin jî dê meaşê wan zêdetir bikin.  Hat zanîn ku di civînê de hejmara komên çekdar ên beşdarî operasyona Qendîlê bibin hatine diyar kirin û li gorî vê yekê dê pereyên bidin wan, wiha ne: 
 
Lîwa Silêman Şah 200 kes
Sultan Murad 200 kes
Ehrar El-Şerqiye 200 kes
Ceyş El-Ehfed  200 kes 
Ehrar El Şam 200 kes
Telaêh El-Nesir 200 kes 
Lîwa El Muntesir 200 kes
Ceyiş El Mixbê 200 kes 
El-Cebhe El Şamiye 200 kes 
Firqet el-Hemzê 500 kes
Feyleq el-Şam 1000 kes 
 
Hat destnîşankirin ku ji bo hejmara beşdarbûna operasyonê ger bigihîje 5 hezar û 500 kesî dê meaşê wan zêdetir bikin. 
 
AKP ji bo şer pereyan li çeteyan belav dike 
 
Hat diyar kirin ku serê her endamekî dê mehê 800 dolar bidin, lê yê bi dilxwazî tevlî operasyonê bibin û di eniya herî pêş a operasyonê de cih bigirin jî dê meaşê wan zêdetir bikin. Hat nirxandin ku di demeke ku aboriya Tirkiyê ber bi têkçûnê ve diçe de, butçeya heyî ji şer û bi taybetî jî ji bo komên çekdar tê xerckirin.
 
MA / Erdogan Altan