ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2018'AN

* Di 16 salên îktîdara xwe de AKP, ji aboriyê bigire heta polîtîkayên derve, ji tenduristiyê bigire heta ekolojiye, ji mafên mirovan bigire heta demokrasiyê welat ber bi krîzeke kûr ve biriye. Dê li Tirkiye di nêvengeke krîziyî de di 24’ê Hezîranê de hilbijartinek zordest pêk bê. 

* Hevserokê HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç anî ziman ku li gel hilbijartina zordest jî gelek bi lez refleks nîşan dan û li hemû navçeyên xwe komîsyonên hilbijartinê ava kirin û got: “Divê partiyên kurd jî di hilbijartinê de ferasetek bi ser siyasete re nîşan bidin û bi xetereya netewî tevger bikin.”
 
* Dîrokzan Ayşe Hur, biryara hilbijartina zordest nirxand û got: “Îktîdara ku hemû organên rêveberiyê xistibûn destê xwe bi KHK û Rewşa Awarte bi awayekî derhiqûqî her tişt dikir. Dibe ku bi şanoya hilbijartinê re çend saziyên serbixwe yên mayî jî bi xwe ve girêbide.” 
 
*  Lîstikvan Bîlal Bûlût, diyar kir ku li gor 10 sal berê sinemaya kurdî pêşveketiye, lê belê bandor ji Rewşa Awarte girtiye. Bûlût diyar kir ku sinema qadeke girîng û ew bi riya sînemayê dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê. 
 
* Piştî CHP’ê 15 parlementerên xwe transferî Partiya ÎYÎ’yê kirin, di Meclîsê de koma Partiya ÎYÎ’yê jî çêbû. Ev yek bi xwe re diyar kir ku di meclîsê de êdî du partiyên li ser xeta MHP’ê hene. Her wiha partiya 3’yemîn a meclîsê HDP jî, bi konsensusa CHP, MHP û AKP’ê hêdî hêdî ji meclîsê tê tasfiyekirin.
 
* Endamê Platforma Dijî Rewşa Awarte Bulent Atamer bal kişand ser ewlehiya hilbijartinê û diyar kir ku dê ev berteka dijber sîrayetî encamên hilbijartinê bike. Atamer got: “Helbet dê winda bikin, çimkî berê jî civakê refleksên wisa nîşan da.”  
 
* Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz, der barê geşedanên li Rojhilata navîn û rewşa Tirkiye nirxandin kir û diyar kir ku êrîşa dawî ya hewayî ku li dijî Sûriye pêk hat bi qasî Rusya û Îran peyamek da Tirkiye jî û wiha got: “Di serî de Idlib, Efrîn û El Bab dê têkevin nava şerekî dijwar. Êrîşa li dijî rejîma Şamê, nîşaneya pêşketinên nû ye. 
 
* Pêşangeha wêneyan “Ji Hundur Ber Bi Derve Ve Wêne – Xeyal Nayên Girtin” dê li Enqereyê bê pêşandan. Kesên bixwazin dikarin di navbera 28’ê Nîsanê û 4’ê Gulanê de serdana pêşangehê bikin. 
 
* Piştî Serokomar Recep Tayyip Erdogan biryara hilbijartina zordest da, li Amedê bi awayekî rastgele kîsên komirê ên li qamyonan tên barkirin li ber deriyan tên dayîn. 
 
* Xebatên hilbijartina zordest ên navçeya Wanê dest pê kirin. Hevserokên HDP’ê yên navçeyan, diyar kirin ku bi sedan kes ji bo beşdarî xebatên hilbijartinê bibin serî li partiyê wan dane û gotin: “Em ê îtîfaqa AKP û MHP’ê di sindoqan de veşêrin.”
 
* Dayika Halîs Yildirim Belkîze Yildirim, diyar kir ku piştî cenazeyê kurê wê ji goristana Xerzanê derxistine nizane cenazeyê kurê wê li ku ye û ji ber rewşa cenazeyê kurê wê ne diyar e 5 mehin nizane sax e an miriye û got: "Şev û rojên min tev li hev bûne. Kurê min her dem tê xewnên şevê min." 
 
* Karkerê taşeronê Burhan Kirilmaz, ê 15 salin li Zanîngeha Mêrsînê dixebite, ji ber lêpirsîna berî 20 salan a bi dawî bû, ji kar hat avêtin. Kirilmaz, diyar kir ku ev cûdakariye û got: “Di vê civakê de min dît ku rastî cûdakariyê hatim.”
 
* Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bertek nîşanî rayedarên ku di 23'ê Nîsanê de cilên leşkerî li zarokan kirin û derxistin kontrola rê. Berdevka Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê Melek Boz, diyar kir ku zarokan dikin amûra militarist û wiha got: "Bi vê yekê Paymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye îhlalkirin." 
 
* Li Colemêrgê bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn. Hin dêr di encama karesata xwezayî de û hin dêrên li ser piya man jî ji aliye kesên li xezîneyê digerin hatin rûxandin. 
 
* Salên dirêj kurd û ermenî li gundê Guzereşê yê Çelê bi hev re jiyanek hevpar ava kirin. Gund di salên 1990’î de hat valakirin û pişt re gundî vegeriyan. Niha dîsa jiyan li gund ava bûye. 
 
* Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney a 7’an ku dê bi dirûşmeya “Em bi hêvî dîwarên li ser rê hildiweşînin” di navbera 27-29’ê Nîsanê de bê lidarxistin, bernameya xwe daxuyand.
 
* Serokê Komîteya Amadekar Mehmet Şîrîn Gorbuz, diyar kir ku li Amedê amadekariyên ji bo 1’ê Gulanê li ber qedandinê ne. Gorbuz, destnîşan kir ku artêşa betalan a ji kesên bi awayekî derhiqûqî û bi KHK’yan hatin îxrcakirin berê xwe bidin Qada 5’ê Hezîranê. 
 
* Civîna Meclîsa Jinan a Navendî ya HDP'ê di roja duyemîn de berdewam dike. 
 
* Rêxistina CHP'ê ya Mêrsînê dê daxistina zarokan a ji ser dikê ya di 23'e nîsanê de li Qada Kazanli ya Mêrsîne bi daxuyaniyekê şermezar bike. (12.00)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, dê têkildarî astengiya polîsan a li dijî çalakiya duh bi armanca 24'ê Nîsanê roja komkujiya Ermeniyan şermezar bikin û ermeniyên hatin kuştin bibîr bînin, li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)
 
* Hewldana 78’an, bi armanca berdevkê wan Celalettin Can bê berdan dê ji rêxistinên civakî yên Tirkiye û navneteweyî re 78 kartên edaletê li Postexaneya Galatasarayê ya Stenbolê bişînin. (12.40)
 
* Danişina doza nûçegîhanê dîhaberê ya bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayumat dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê bê dîtin. (14.00)