Serlêdana parêzerên Ocalan a 749'emîn jî hat redkirin

  • rojane
  • 17:57 24 Nîsan 2018
  • |
img
STENBOL - Parêzerên Ocalan bi armanca bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin cara 749’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriyê dîsan serlêdana parêzeran red kir.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Muhdî Oztuzun bi armanca sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 749 care parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê dozger dîsan serlêdana parêzeran red kir.
 
Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an û vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” 749 carin tên redkirin.