Wekîla HDP'ê beşdarî dadgehê nebû

  • rojane
  • 16:57 24 Nîsan 2018
  • |
img

AMED - Danişîna doza Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, li 13'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin. Irmak, bi sedema agahî dereng dane wê tev li dadgehê nebû. 

 
Danişîna doza Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, li 13'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin. Irmak ku bi sedema têkildarî civîna giştî ya KCD'ê ku di 14-15'ê mijdara 2015'an de pêk hat beşdarî MEDNUÇE bû, bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kiriye" doz hatibû vekirin. Dozger der barê Irmak de ji salekê heta 4 salan ceza dixwaze. Danişîna dozê li 13'emîn Dadgeha Asliye Ceza hat dîtin. Li salona dadgehê parêzerê Irmak Erhan Urkut amade bû. Irmak ku li Girtîgeha tîpa F a Kandira girtî ye xwestin bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bibe. Lê ji ber ku Irmak SEGBÎS red kir derneket pêşberî dadger. Irmak ku li Girtîgeha tîpa F a Kandira girtî ye, bi daxwaznameyekê diyar kir ku ji ber agahi dereng tebligî wê kirine û xwe amade nekiriye beşdarî danişînê nebû. Prz. Erhan Urkut xwest kêmasiyên heyî bên temamkirin û doz bê taloqkirin. Heyeta dadgehê jî biryar da ku nivîsê bişînin da ku Irmak bi zorê bi riya SEGBİS'e tev li danişînê bibe. Doz taloqî meha Hezîranê kirin.