Li Qoserê di xebata kolandinê de hestiyên mirovan hatin dîtin

  • rojane
  • 15:59 24 Nîsan 2018
  • |
img
MÊRDÎN - Li navenda navçeya Qoserê di dema xebata kolandina şûna dîrekê elektrîkê de hestiyên mirovan hatin dîtin. 
 
Li ser rêya Kolana Riha ya pêşberê Akbanka berê ya navçeya Qosera Mêrdînê, di çarçoveya xebata kolandina ji bo gaza xwezayî û dîrekên elektirêkê de, hestî û kiloxên mirovan hatin dîtin. Operatorê kepçe ev rewşa ferq kir û agahî da polîsan. Polîsên hatin cihê bûyerê, derdor bi şerîda ewlekariyê girt. Polîsan hestî xistin çiwalan û ji cihê bûyerê birin.