HDP: Em şîn û êşên 103 salan parve dikin

  • rojane
  • 15:00 24 Nîsan 2018
  • |
img
ENQERE - MYK’a HDP’ê, der barê komkiya Ermeniyan de peyam da û got: “Em şîn û êşên 103 salan parve dikin.”
 
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê der barê komkujiya  Ermeniyan a berî 103’an pêk hat de, daxuyaniyek nivîskî weşand.  Lijneya Rêvebir di peyama weşand de wiha got: “Em şîn û êşên 103 salan parve dikin. Di ser Karesta  Mezin (Metz Yegern) re 103 sal derbas bûn. Berî 103 salan di 24’ê Nîsana 1915’an de Ermenî bi komkujiyek mezin re rû bi rû man. Bi sedhezaran Ermenî hatin sîrgûn kirin û bi pergalî hatin qetilkirin. Gelên Xirîstiyan jî para xwe ji van polîtîkayên sîrgûn û qirkirinê yên li ser vê erdnigariyê girtin. Em weke Partiya Demokratîk a Gelan, li ber gelên Ermenî, Sûryanî û Pontus ên hatin qetilkirin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Piştî komkujiya Ermeniyan li herêmê gelên din jî hatin hedef girin û rastî êrîşan hatin. Li Dêrsim, Koçgirî, Çorum, Mereş, Sîwas, Roboskî, Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Hezex, Gever, Farqîn, Sîlopiyê û gelek cihên din komkujî pêk hat.
 
Em îro faîlên ev komkujî bi plan kirin şermezar dikin. Gel ne rehmê, edalet û wekheviyê dixwaze. Em weke neviyên gelên kevnar ên Anatolyayê, êşên 103 salan parve dikin, şerma hat jiyîn û trajediya mirovahiyê di dilê xwe de hîs dikin û kesên di wê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dayîn carek din bi rêz bibîr tînin.”