Şahidê Newroza Cizîra 92’yan: Botan bi heman ruhî li ser piyan e

img

ŞIRNEX - Şahidê Newroza Cizîra 92’yan ku gelek kes tê de hatin kuştin Alî Guven, diyar kir ku jinan pêşengtiya Newrozê kirin û got: “Gêlê Botanê bi heman ruhî li ser piyane. Dê pîrozbahiyên Newroza îsal jî bi heman ruh û tevlîbûnê xurt derbas bibe.”

Newroza Cizîrê ya sala 1992’yan dinava rûpelên dîroka gelê kurde tu carî nayê ji bîr kirin. Di her Newrozê de gelê Cizîrê bi vê ruh û kelecaniyê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibin. Yek ji şahidên bûyerên Newroza Cizîrê ya sala 199’yan Alî Guven, pîrozbahiyên Newrozê axivî û wiha got: “Ligel hemû qedexe û êrîşan gelê Botanê bi biryardariyek mezin û ruhê berxwedanê li ser piyane.”
 
BÛYERÊN DÊ BI QEWÎMÎNA DI MANŞETAN DE CIH GIRTIN
 
Berî pîrozbahiyên Newroza 92’yan, rojnameyan bi manşetên “Eman hestiyarî”, “Ne cejne îsyane” û “Polîsekê me hat lînçkirin” agahiyên bûyerên wê rojê bi qewimin dabûn. Şeva 20 û 21’ê Adarê li bajêr dengên çekan qet qût nebûn. Di saetên serê sibê de pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeyên Cizîr, Hezex, Kerboran û navenda Şirnexê destpê kiribûn û polîsan mûdaxileyê girseyê kiribûn.
 
Welatiyê binavê Abdurrahîm Çîçek li Kerboranê di êrîşan de  jiyana xwe ji dest dabû. Bi çekên otomatîk li Cizîr û Şirnexê êrîşî girseyê kirin. Piştî ziyaret agora Binevş Agal a yek ji sembolên Newroza Cizîrê pîrozbahiyan dest pê kiribûn. Polîs û leşkeran bi sê aliyan ve êrîşî girseyê kirin, bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Dinavbera gelê Cizîrê û hêzên taybet de di koçe  û kolan de pevçûn rû dan û bi saetan ev pevçûn berdewam kirin. Pevçûn heya 23’yê Adarê jî domiyan û di bûyeran de yek jê rojnameger 57 kesan jiyana xwe ji dest dan, lê li gorî agahiyên herêmî ev hejmar zêdetir bû.
 
‘FERMANDARIYA MEZIN FERMAN DABÛ’
 
Yek ji şahidên Newroza Cizîrê ya 92’yan Alî Guven, diyar kir ku wê rojê qet ji bîr nakin û wiha axivî: “Gel bi hesreta Newrozê li benda wê rojê bû. Hemû  kes pir bi coş û kelecan bûn. Roja Newrozê hemû kesê li taxên xwe guvend gerandin. Gel dê gora Binevş ziyaret bikirin û ji wir jî dê derbasî qada Newrozê bibûna. Piştî ziyareta li ser gora Binevş gel berê xwe da Kolana Nisêbînê û dest bi meşê kirin. Lê panzêr û polîsan rêya me girtin, destûr nedan girse derbas bibe û anonsa ‘Rûnin û pankartan daxin’ kirin. Wê demê gotin Fermandariya mezin ferman daye. Girse, xwest di aliyê Mizgefa Nebî Nuh re biçin. Dûre agahiya Fermandariya Mezin a Şirnexê ferma daye ku komkujî pêk were, gehişt me.”
 
‘LIGEL ÊRÎŞAN GEL LI BER XWE DA’
 
Guven, anî ziman ku polîsan kesên pankarta “PKK gele, gel jî PKK’e ye” hilgirtibûn hedef girtin û wiha bilêv kir: “Gel bi biryarbû Newrozê pîroz bikin. Êdî kesekê nedikarî gel kontrol bike. Bi hezaran gule li gel reşandin. Bi taybetî kesên di destên wan de pankart heyî hedef girtin. Ligel hemû çekên giran jî gel berxwedanek girîng nîşan da. Di Newroza Cizîrê de gel bi sedan şehîd dan. Binevş dinava gel de baweriyek mezin ava kiribû. Li ser Cizîrê kedeke wê ya mezin heye. Hîna jî girêdanek mezin a gel bi Binevşê re heye.”
 
‘JINAN PÊŞENGTIYA NEWROZÊ KIRIN’
 
Guven, dest nîşan kir ku jinan pêşengtiya berxwedana Newroza Cizîrê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dîmenên Besna ya bi destmala xwe ya sipî û milê xwe yê birîndar ku pêşengtiya berxwedana gelê Cizîrê kir cihê xwe di hafizeyan de girt. 26 sal derbas bûn. Kelecaniyek mezin wê demê hebû. Êdî gel zane bûye û bi hêzek mezin beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibin. Gelê Botanê tu carî gav pavçe ne avêt. Ligel hemû bûyerên hatin jiyîn gelê Botanê li ser piyane. Em ê bi heman ruh  û hêzê beşdarî pîrozbahiyên Newroza sibe bibin.”