Bi wêneyan Newrozên 15 salan

img

AMED – Newroz di salên 90’an de bixwîn û serhildêr derbas bû. Dema Newroz gihîşt 2000’an bûn girseyên sed hezaran û milyonan. Di van salan de Newroza her salê zêdê bû û hat pîrozkirin.  

Yek ji qadên ku herî zêde gelê kurd daxwazên xwe lê qîr dike û herî zêde beşdariyek xurt nîşan dide qadên Newrozê ne. Ji gundan heta metropolan agirê Newrozê vêxistin û pîroz kirin. Astengî û qedexeyên li ser Newrozê her tim, bi têkoşîna gel vala hat derxistin. Dem bi dem Newroz bû qada şerê dijwar û dem bi dem jî hunermend Aram Tîgran, Ciwan Haco, Sezen Aksu, Îbrahîm Tatlises û gelek hunermendan derketin ser dikên Newrozê û strîn. Wêneyên ji Newroza 2002’an ve heta Newroza 2017’an hêjayî dîtinê ne. Hin wêneyên Newrozên salên bihûrî me ji bo we berhev kir û ev wêne ji bo vê serdemê dibin ronî.