Li Enqere û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

img

ENQERE/STENBOL – Li Enqere û Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girt û rojnameger jî di nav de gelek kes binçav kirin. 

Li Enqereyê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî. Piştî lêgerînê rojnameger Duygu Erol jî di nav de gelek kesan binçav kir. Hat zanîn ku di nav ên binçavkirî de rêveberê HDP’ê Selhattîn Deger, Mîne Metîn, Lokman ê paşnavê wî nehat hînbûn jî hene. Polîsan bi ser mala nûçegihanê me Selamî Aslan de jî girt û lêgerîn li malê pêk anî. Li mala rêveberê HDP’a Enqereyê Celal Demîr jî lêgerîn pêkhat, lê ji ber Demîr ne li mal bû nehat binçavkirin. Nehat zanîn ku operasyon bi kîjan hincetê pêk hatiye. Hat ragihandin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Neh
 
LI STENBOLÊ 16 KES HATIN BINÇAVKIRIN  
 
Li Stenbolê jî bi beşdariya tîmên taybet polîsan li navçeyên Kadikoy, Sancaktepe û Kagithane di nav de li 8 navçeyan bi ser 19 malan de girtin. Di serdegirtina malan de 16 kes binçav kirin. Binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. 
 
Navê 3 kesên binçavkirî wiha ye: Şervan Emektar, Yakup Ozdemîr, Cîhan Ozçelîkoglu.