Newroza her serdemê heye: Niha jî dora Newroza Efrînê ye

img

ENQERE – Newroz di salên 80’î de bi awayek îlegal dihat pîrozkirin, di salên 90’î de bû serhildan û di salên 2000’î de veguherîn Newroza Ocalan. Dê îsal jî pîrozbahiyên bi beşdariya milyonan bibe Newroza Efrînê.

Dîroka Newrozê dirêjî 2 hezar û 600 sal berê dibe. Wate û girîngiya Newrozê wek roja ewil diparêze. Çawa ku di efsaneya Newrozê de tê gotin li ser vê erdnîgariyê ne zilm xelas dibe û ne jî têkoşîna li dijî zilmê. Belkî jî di roja me de Newroz ji ber vê yekê ew qas pîroz e. Rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar ya li Efrînê jî her tiştî radixe ber çavan û dijminahiya li dijî Newrozê jî vedibêje. 
 
Li ser erdnîgariya kurdan her tim Newroz wek şahiyê dihat pîrozkirin. Bi taybetî di salên dawî de wateyên cuda yên Newrozê derketin holê. Newrozan qedexekirin, kirin gola xwîne û asteng kirin, lê li erdnîgariya kurdan her serdem wateyên cuda û bi şîarên cuda Newroz hatin pîrozkirin. 
 
SAL BI SAL Û SERDEM BI SERDEM WATEYÊN NEWROZÊ CUDA BÛN 
 
Darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li Zîndana Amedê bi çalakiya Mazlum Dogan ê ku di Newroza 1982’an de bedena xwe kir meşaleya Newrozê vala derxist. Pişt re Zekiye, Rehşan, Bêrîvan û Ronahî û gelek kesên din vê kevneşopiyê domandin. Di wê serdemê de Newroz bêtir li salonan dihat pîrozkirin. Bêguman Newrozên herî kelecan li gund û gundewaran bi vêxistina agirên îlegal dihat pîrozkirin. Pişt re di salên 1990’an de li bajarên herêmê Newroz bû qada “serhildanan” û ev yek bi salan dewam kir. Li dijî serhildanên Newrozê dewletê di sala 1992’an de li Cizîr û Nisêbînê bi komkujiyê bersiv da. Tevahiya salên 90’î pîrozbahiya Newrozê di bin êrîşên dewletê û berxwedana gel de hat pîrozkirin. Lê kurdan tu demê ji vêxistina agirê Newrozê gav paş ve neavêt û her deverî dikir qada agirê Newrozê. Bi dîl girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re Newrozê zanavên cuda li xwe bar kir û ket qonaxek din. Di salên 90’î de jî rihê Newrozê bi Ocalan re bibû yek. Bi destpêka salên 2000’î re hem girseyên Newrozê zêde bûn û hem jî veguherî Newrozên daxwaza azadiya Ocalan ango bûn Newrozên Ocalan. Di salên 2013-2015’an de wek Newrozên çareseriyê derket pêş. Di heman demê de Neworza 2015’an bû Newroza azadiya Kobanê. Piştî 2015’an bûn Newrozên piştevaniya berxwedana xwerêveberinê. Di sala 2017’an Newroz hem bû newroza di bin siya Rewşa Awarte û hem jî bû Newroza referandûma Destûra Bingehîn. Newroza 2018’an jî wek Newroza Efrînê derdikeve pêş.
 
‘NEWROZ HEQÎQETA BERXWEDAN Û GEL GIHAND HEV’ 
 
Siyasetmedar Kemal Pekoz ê ji salên 1990’an ve di nav siyaseta kurd de xebatê dide meşandin têkildarî Newrozê nêrînên xwe vegot: “Ji Newrozên salên 80’î yên îlegal, gihîşt heqîqeta bi milyonan gel. Her newroz xwedî girîngî û wateyek xwe hebû û dê hebe jî. Newroz ji bo kurdan berxwedan û azadî ye. Newrozê yekîtiya têkoşîna kurdan xurt kir. Di salên 90’î de bi sedan welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Piştî wê jî me bedelên giran da, lê berxwedana Newrozê gav bi paş ve neavêt. Newroza dê îsal li gelek navendan bê pîrozkirin dê bi rihê berxwedana Efrînê bê pîrozkirin û dê bibe Newroza Efrînê.”