Îrmez ê di Newroza 92’yan hevjînê xwe winda kir: Bê bedel jiyana azad ne pêkan e

img

ŞIRNEX - Li Şirnexê Halîl Îrmez ê di êrîşên pîrozbahiyên Newroza 1992’yan hevjînê xwe winda kir, bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û got: “Piştî min hevjînê xwe winda kir, baweriya min a têkoşîn û azadiyê zêdetir bû. Heya bedel neyên dayîn, jiyana azad pêk nayê.”

Di pîrozbahiyên Newroza 1992’yan a Şirnexê de, polîs û leşkera êrîşî girseyê kir, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di êrîşên li meha Adarê destpêkirin û heya meha Tebaxê domiyan de her roja derbas bû hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn zêdetir bûn. Ligel vê yekê jî berxwedan gel domiya û heya roja îro berdewam dike. Şahidên wê demê, diyar kirin ku zarokan heftiyekê dibin kavilande cezaneyên dayîkên xwe temaşe kirin û behsa bûyerên wan rojan kirin. 
 
‘WÊ ROJÊ ŞIRNEX RENG BI RENG BÛ’
 
Halîl Îrmez ê di pîrozbahiyên Newroza 1992’yan de hevjînê xwe Rafya winda kir, anî ziman ku ji ber pîrozbahiyên girseyî yên berî Newroza 92’yan hemû rayedarên bajêr hatin guhertin û wiha axivî: “Rêveberiya nû, li dijî civakê pir cûda nêz dibû. Bi biryardariyek mezin me xwest em Newroza 92’yan dinava aştiyê pîroz bikin. Berî rojekê me komîteya amadekar ava kir. Roja pîrozbahiyê gelê Şirnexê reng bi reng bû. Hemû jin, zarok û ciwan li qadê bûn. Me dê li Qada Cumhuriyetê Newroz pîroz bikira. Ji nêzîkatiyên polîsan diyar bû dê êrîş bikin.” 
 
‘ROJEKE REŞ BI GEL DAN JIYÎN’
 
Îrmez, diyar kir ku pîrozbahiyên bi coş destpêkirin, bi gerandina govendê berdewam dikir û wiha got: “Li aliyê girseya ku bi berzkirina tilîlî û dengê daholan ji gundê Avgamasiyan dihatin qad Newrozê dengê çekan bilind bûn. Bi vê yekê re li qadê rageşî derket û polîsan gule li girseya di qadê reşandin. Niyeta me nebû em qadê berdin. Mirov ji Gundikê Melê dihatin qadê. Polîsan gule li wê komê jî reşandin û 5 kes kuştin. Bi dehan kes di encama gule reşandinê de jiyana xwe ji dest dan. Wê rojê, rojeke reş bi gel dan jiyîn. Lê dîsan jî nekarin gel vîna gel bişkînin.”
 
‘HEYA BEDEL NEYÊ DAYÎN JIYANA AZAD NE PÊKANE’
 
Îrmez, da zanîn ku ji ber berxwedana gel, heya demekê bûyer domiyan û wiha bilêv kir: “Bi şev jî mal gule baran kirin. Di endama gule barandinê hevjînê min jiyana xwe ji dest da. Piştî otopiyê, di vegera malê de 3 caran wesayîta me hat gule baran kirin. Ligel van hemûyan me tu carî dest ji mirovtiya xwe berneda. Armanca wan ew bû ku gelê Şirnexê teslîm bigirin, kole bikin û komber bikin. Lê me tu carî dest ji ziman, çand û nasnameya xwe berneda. Piştî min hevjînê xwe  winda kir baweriya min a azadî û têkoşînê zêdetir bû. Heya bedel neyên dayîn, jiyana azad pêk nayê. Me ev jiya û em dizanîn.”
 
 ‘HEFTEYEKÊ DIBIN KAVILAN DE CENAZEYÊ DAYÎKÊN XWE TEMAŞ KIRIN’
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Ayşe Altay jî, berxwedana gel a li dijî êrîşan nîşan da nirxand û wiha axivî: “Bi destpêkirina êrîşan re kes neçû malên xwe. Pitik li benda dayîkên xwe man. Hin zarokên ku di pevçûnê dayîk û bavên xwe winda kirin, di kolanan de man. Hin malbatan piştî 3 rojan zarokên xwe dîtin. Destûr nedan em cenazeyên xwe jî defin bikin. Ziyaretên malên sersaxiyê  asteng kirin. Jina 55 salî ya navê wê Fatma, bi guleya topê ya li mala wê ket, jiyana xwe ji dest da. Zarokên wê nekarên biçin malê û cenazeyê dayîka xwe bigirin. Heya hefteyekê ew cenaze di malê de ma. Zarok hefteyekê cenazeyê dayîka xwe yê dibin kavilan de temeşa kirin. Destûr nedan cenaze bê defin kirin û mala taziyê bê danîn.”
 
Altay, dest nîşan kir ku bûyerên di Newrozê de destpêkirin heya meha Tebaxê domiyan û wiha bi dawî anî: “Ligel hemû bûyerên hatin jiyîn, gel dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedan. Gel  got ‘Heya damla xwîna xwe ya dawiyê emê serî netewînin.’ Gel bi vê peyamê tim serî hilda û qadên Newrozê tije kirin. Gelê me dê îsal jî bi vê berxwedanê biherin qadan.