Em dê di Newrozê de dengê xwe bigînin hemû cîhanê

img
WAN / COLEMÊRG - Gelê Wan û Geverê yên di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin diyar kirin ku "Newroz Berxwedan e" û gotin "Roj roja berxewanê ye. Em dengê xwe li hemû cîhanê belav bikin." 
 
Di 21'ê Adarê de dê li gelek navendan bi tevlêbûna sedhezaran Newroz bê pîrozkirin. Amadekariyên pîrozbahiyê li tax, kolan û gundan bê navber berdewam dike. Li aliyê din jî banga tevlêbûnê tê kirin. Îsal Newroz dê bi şîara "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşizmê Bihara Gelan e" bê pîrozkirin. Li Wan û Geverê jî bi heman şîarê dê Newroz bê pîrozkirin û xebatê wê berdewam dikin. Gelê Wan û Geverê banga tevlêbûnê kirin û xwestin her kes bi Ruhê Berxwedana Efrînê Newrozê pîroz bikin. Gelê Wanê bertek nîşanî xerakirina peykerê Kawayê Hesinkar ê ji aliyê TSK û OSO ve pêk hat ve da. 
 
Gelê Wanê ku li Kolana Hunerê, Pazaja Japon, Rus û gelek qadên din li ser rewşa Efrînê diaxive diyar dikin ku dê îsal ji bo li Efrinê xwedî derkevin û êrîşên li ser Efrînê şermezar bikin Newrozê pîroz bikin. 
 
Welatî Ramazan Kurt, diyar kir ku wekî her sal dê îsal jî bi peyamên xurt û coşek mezin pîroz bikin û wiha got: "Em dê îsal ji bo Efrînê dengê xwe bilind bikin. Dibe ku mirov wekî berê ne li kolanan bin. Lê em dê li Qada Kaleyê di Newrozê de bi denge bilind daxwazên xwe bînin ziman. Kurd ne qediya ne." 
 
Welatî Hasan Acar jî anî ziman ku ew dê tevî zarokên xwe biçin Newrozê pîroz bikin û wiha got: "Ev Newroza gelan e. Gelan di demên herî dijwar de jî Newroz pîroz kiriye. Dê dîsa Newrozê pîroz bikin. Em dê bi reng û dengê xwe tev li Newrozê bibin." 
 
Welatî Halit Aslan ji xwest her kes bi ruhê Efrînê tev li Newrozê bibe û wiha got: "Îsal ji bo me Newroz pir girîng e. Em dê dengê xwe li hemû cîhanê belav bikin. Gelê Efrînê 60 rojin li ber xwe didin. Em dê li vir dengê xwe tevli dengê wan bikin." 
 
GEVER 
 
Li Geverê jî Newroz dê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin. Amadekariyê Newrozê didomin. 
 
Welatiyê 82 salî Osman Arslan diyar kir ku 30 salin Newrozê pîroz dike û wiha got: "Me berê li gund agirê Newrozê geş dikir û em li benda agirê mezin ê Newrozê bûn. Roja Newrozê me cilên xwe yên gelêrî li xwe dikiri û em ji 7 salî heta 70 salî diçûn Newrozê. Dûxanên agirê Newrozê yên gundan tev li hev dîbû. Lê Newroz di 2 salên dawî de di bin zextan de tê pîrozkirin. Sala par me Newroz li dervê bajar pîroz kir. Divê îsal em bêtir tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. " 
 
CEJNA JINÊ NEWROZ PÎROZ BE 
 
Jina 65 salî Gule Polat, diyar kir ku li Geverê Newroz ji dayik û jinekê bêtir bi wate û pîroz e û wiha got: "Newroz cejna hemû rengan e. Newroz cejna azadiya jinê ye. Wekî her sal em dê îsal jî bi cilên xwe yên rengîn ên herêmî tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Cejna Jinan Newroz pîroz be. Divê îsal her kes teqez tev li pîrozbahiya Newrozê bibe." 
 
Welatiyê 77 salî Adil Turgut jî xwest Newroza îsal bibe wesîleya yekîtiya gelê kurd. Turgut, xwest hemû kurd tev li pîrozbahiyan bibe û ji bo yekîtiya neteweya kurd li dora Agirê Newrozê kom bibin û govendê bigerînin.