'Dê gelê kurd bi hêrsa Efrînê qadên Newrozê tijî bike'

img

AMED - Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk ji bo tevlîbûna Newrozê bang li gelê kurd kir û diyar kir ku rojeva Newrozê berxwedana Efrînê ye. Ozturk anî ziman ku gelê kurd dê bi hêrsa Efrînê qadên Newrozê tijî bike. 

Amadekariyên pîrozbahiya Newroza Amedê ku dê 21'ê Adarê de bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan E, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" bê pîrozkirin didomin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk ji bo tevlîbûnê bang li gelê kurd kir û destnîşan kir ku rojeva Newrozê berxwedana Efrîne ye. Ozturk, anî ziman ku di nava dilê gelê kurd de hêrsa Efrînê tiji bûye û wê ev hêrs qadên Newroê tijî bike. 
 
'ROJEV EFRÎN E'
 
Ozturk bal kişand ser berxwedana li Efrînê û got: "Arteşa NATO'yê ya herî xurt bi hemû amûran erîşî Efrîne kir. Ev du meh in tevî çeteyên OSO'yê xwestin îradeya gelê Efrînê bişikînin. Lê Efrînê di şert û mercên zehmet de li ber xwe da û serî nedanî. Dewleta tirk hemû derfet bi kar anîn ku Efrînê dagir bike." 
 
'GIYANÊ KAWA LI SER PIYAYE'
 
Ozturk da zanîn ku bi hilweşandina peykerê Kawayê Hesinkar nikarin giyanê Kawayan bi dawî bikin û domand: "Li kolanên Efrînê bi hezaran ciwan bi giyanê Kawa li ber xwe dan. Niha jî ev giyan li kolanen Efrînê tev digere. Çi qas Dehaq hebin wê ewqas jî Kawa hebin. Teqez wê şopdaren Kawayan Deheqan tek bibin".  
 
'EM Ê BERXWEDANA EFRÎNÊ SILAV BIKIN'
 
Ozturk diyar kir dilê gelê Bakur bi gelê Efrînê re davêje û û herî dawî got: "Newroz her dem di nava berxwedanê de derbas bûye. Lewma îsal jî wê bi coşa berxwedana Efrînê berdewam bike. Hemû gelê me wê Efrînê silav bike. Wê gelê me bersiva êrîşkaran bide. Di vê çarçoveyê de em cardin bang li hemû gelê xwe dikin ku qadên Newrozê tijî bikin".