Girtiyên jin xistin hucereyan, canê wan bû birîn û nêm girt

img

AMED– Şivekar Ataş ku li Girtîgeha Jina ya Tarsûsê girtiye, diyar kir ku ji ber şermezarkirina lêgerîna tazî tevî 12 hevalên xwe hatiye derbkirin û 4 rojan di hucreyên yekesi de hatine ragirtin. Ataş got ji ber şert û mercên nebaş ên hucreyê canê wan birîn bûye. 

Li Girtîgeha Jina ya Tarsûsê, binpêkirinên mafan zêde dibin. Girtiya bi navê Şivekar Ataş (22) di 17’ê Adarê de bi riya telefonê li diya xwe Rabîa Ataş geriya û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rû didin ragihandin. Dayik Ataş, got li jineke ku tevî zaroka wê ya 4 salî anîne girtîgehê lêgerîne tazî ferz kirine. Ataş, bi lêv kir ku dema lêgerîna tazî hatiye kirin gardiyanên mêr jî bi kamerayê dîmen girtine. Dayik Ataş destnîşan kir ku dema girtiyên jin hay ji rewşê çê dibin kincên li ser xwe derdixin û vê pêkanînê şermezar dikin û dirûşmeya “ji lêgerîna tazî re na” berz kirine. 
 
QAWÎŞA ÎTIRAFKARAN LI WAN FERZ KIRINE 
 
Ataş, diyar kir ku gardiyanan êrîşî girtiyên ku lêgerîna tazî prostesto kiririne kirine û 2-3 girtiyên jin bi erdê ve kişandine. Ataş got: “Keça min ji min re got, gardiyan li wan dane û ew îşkence kirine. Got raporên wan ên derbkirinê hene. Paşê çar rojan di hucreyên yekkesî de hatine ragirtin. Li ser vê wan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hucreyên tê de bûne pir kirêt û pîs bûye. Ji ber vê mikrop girtine. Pirzik di canê wan de çê bûne û nêm girtine. Got, ji ber vê tenduristiya wan nebaş e. Dema wan ji hucereyan derxistine, bi zorê xwestine wan têxin qawîşên îtirafkaran. Gef li wan xwarine û gotine eger hûn çûna wir qebûl nekin, ew ê bi zorê wan bibin. Wan jî li dijî vê yekê li dest bi greva birçîbûnê kiriye. Gotine ew bimirin jî ew ê neçin cem îtirafkaran.” 
 
Dayik Ataş, bertek nîşanî muameleyên kêfî yên îdareya girtîgehê da û got: “Li wir çi qas ji destê wan tê tahdê li zarokên me dikin. Di wê hucereyê de kîmyasal heye, jehr heye nizanim. Jixwe nexweşîna dil bi keça min re heye. Ez wekî dayikekê vê pêkanîna der mirovahiyî qebûl nakim. Ji ber tim ceza lê tê birîn, xweşikî nikarim bi keça xwe re hevdîtinê çê bikim. Der barê jiyana keça min û girtiyên din de gumanên min hene. Ji ber vê min serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê kir da.”
 
Dayik Ataş bang li Wezareta Dadê kir ku dawî li van pêkanînan bîne û got, eger tiştek bê serê girtiyan berpirsiyar Wezareta Dadê û Girtîgeha Tarsûsê ye.